YPG/YPJ'ê li navenda Efrînê lê dan: 12 dagirker hatin kuştin
Şervanên YPG û YPJ'ê danê vê sibehê li navenda Efrînê li leşker û çeteyên Tirk xistin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin.
Şervanên YPG û YPJ'ê danê vê sibehê li navenda Efrînê li leşker û çeteyên Tirk xistin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"Di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) îro danê sibehê du çalakî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê li dar xistin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin.
Çalakiya yekemîn a şervanan li dijî navendeke çeteyên Lîwa El-Fetih a ku Moro Qelender serçeteyê wê ye li taxa El-Mehmûdiyê hat kirin. Di encamê de 9 çete hatin kuştin.
Çalakiya duyemîn jî li dijî komeke çeteyan li derdora çerxereya Kawayê Hesinkar hate kirin. Li wir jî 3 çete hatin kuştin."