YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê Amerîkî yê di pêngava Xezeba Firatê de li gundê Siwêdiya Biçûk roja 15'ê Çileya 2017'an jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şerê li dijî DAIŞê, tenê şerekî li dijî terorê nîne. Di heman demê de parastina hemû nirxên mirovahiyê ku tê xwestin di bin reşatiyek de bên weşartin e. Azadî, demokrasî, biratî, renginî, xweşbinî, hevdu girtin, mafê jin, zarok û xweza û hwd. her çi nirxên pîroz ên gelan hebe bi hişmendiya DAIŞ û hevkarên wî ve dixwazin tine bikin."
Navendê diyar kir, bi şer û berxwedana li Rojava û Bakurê Sûriyeyê re, di heman demê de dîroka hevpar a gelan tê parastin û wiha dewam kir: "Armanc ne tenê rizgarkirina ax, çend gund û gundikan e. Bîr û baweriya gelan a ji bo pêşeroje tê parastin; di her keliyê berxwedanê de xewn û xeyalên milyonan tê bi dest xistin. Em bi vî şerê pêşerojek azad û ronî diyarî zarokên hemû gelan dikin. Êdî mirov dikare bejê em ber bi dawiya vê şerî tên. Em wek hêzên YPG, YPJ û hemû rêxistinên din ên di bin ala QSD de ber bi Reqa ve dimeşin armanc dikin ku vê komika tarî û hov bavejin sergoya dîrokê."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev armanca hevpar, gelek leheng anî Rojava. Ji dehan welatên cuda, bi sedan dilxwaz ji bo parastina van armancan gihiştin hev û mil bi mil şer kirin li dijî wahşên sedsalê. Yek ji van lehengan jî heval Kawa Amed ê bi nasnav Paolo Todd bû yên di yên di 04 Mijdara 2016 tevlî nava refên YPG bû û di 15 Çilêyê 2017 li bakurê Reqayê li gundê Siwêdiya Biçûk şehîd bû."
Di dawiya daxuyaniyê de, di şexsê Paolo Todd (Kawa Amed) de soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê û bilindkirina asta têkoşînê hat dayîn û hat gotin, "Ji bo vê yekê em bi mûnasbeta îlankirina şehedata rêhevalê me Paolo Todd bi navê hemû şervanên YPG/YPJ soza xwe nû dikin û dibêjin heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bi hemû tiştên giran buha ku li ba me heye em ê tevbigerin û têbikoşin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şervanê YPG'ê yê Amerîkî wiha ye:
Nav paşnav: Paolo Todd
Nasnav: Kawa Amed
Navê Dayikê: Rachel Todd
Navê Bav: David Todd
Cihê jidayikbûnê: Los Angeles / DYA
Cih û dema şehadetê: Reqa, Siwêdiya Biçûk 15.01.2017