YPG’ê nasnameya şehîdên Qereçoxê eşkere kir

YPG’ê, nasnameya 20 şervanên ku di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser Navenda YPG’ê ya Qereçoxê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 20 şervanên ku di êrîşa balafirên dewleta Tirk a faşîst ku di 25’ê Nîsanê ya saet 02:00’an a li ser Navenda Giştî ya YPG’ê de jiyana xwe ji dest dabû bi raya giştî re parve kir.

YPG’ê diyar kir ku roja 25′ê Nîsanê saet di 02.00′yê sibehê, navenda Fermandariya Giştî ya YPG′ê ya li herêma Qereçox ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Li wir navenda ragihandinê, radyoya Dengê Rojava, çapxane û saziyên leşkerî hene. Di encama vê êrîşê de, 3 nûçegihanên navendê jî di nav de, 20 şervanên YPG/YPJ′ê şehîd bûn û 18 şervan jî birîndar bûn.

Navendê di dewam daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:

Di êrîşê de Fermandarê YPG′ê Mihemed Xelîl (Ristem Zêdan) ku li Reqayê, qada şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê birêve dibir jî, şehîd bûye.

Piştî ku çeteyên DAIŞ′ê li bajarên Reqayê û Tebqayê derbeyên giran ji destê şervanên YPG/YPJ/QSD′ê û hêzên koalisyona navneteweyî xwarin, Tirkiyê dest bi van êrîşên xwe kir. Ev êrîş ji bo destekdayîna çeteyan û kêmkirina zexta li ser wan pêk hat.

Wek Fermandariya YPG′ê, em ji gelê xwe yê Rojava û Bakurê Sûriyê re dibêjin ku ev êrîşên terorane yên dewleta Tirk, ti carî hêza wan di şerê li dijî çeteyan de, lawaz nake.

Em bang li koalisyona navneteweyî (ku li dijî terorê şer dike) dikin ku van destwerdanên dewleta Tirk ên li ser gelê me û hêzên me yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, sînordar bikin. Em ê di çarçoveya parastina rewa û zagonên navneteweyî de, bersiva êrîşan bidin.

Em sersaxiyê ji gelê xwe yê qehreman û malbatên şehîdan re dixwazin û bang li wan dikin ku piştgiriya hêzên xwe bikin, li hember destwerdanên AKP′ê yekîtiya xwe ava bikin û beşdarî merasîma oxirkirina şehîdên Qereçox ku wê 29′ Nîsanê (roja şemiyê) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik were lidarxistin, bibin.

Em soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê didin, da welatekî aram û bi ewle ava bibe.”

 AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Ararat Cûdî

Navê Rast: Cansu Agay

Navê Dayikê: Zahîde

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Arjîn Azad

Navê Rast: Neşe Yildiz

Navê Dayikê: Zenûre

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Awaz Botan

Navê Rast: Xelat Bozî

Navê Dayikê: Zelîha

Navê Bav: Alaaddîn

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Bahoz Tolhildan

Navê Rast: Yunus Tekinalp

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Baqî Efrîn

Navê Rast: Mustefa Elo

Navê Dayikê: Gulîzar

Navê Bav: Şukrî

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Bawer Intîqam

Navê Rast: Sînan Sol

Navê Dayikê: Gûlê

Navê Bav: Mehmûd

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Devrim Gûney

Navê Rast: Satilmiş Kaplan

Navê Dayikê: Kezban

Navê Bav: Mehemd

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Botan Girbawî

Navê Rast: Ferhad Ismail Mihemed

Navê Dayikê: Meqbule

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Elîşêr Qamişlo

Navê Rast: Şukrî Hesen

Navê Dayikê: Sead

Navê Bav: Mihemed Selîm

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-04-2017 Qereç

***

Nasnav: Heqî Bagok

Navê Rast: Heqî Hisên

Navê Dayikê: Şaha

Navê Bav: Celal

Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Jiyan Amed

Navê Rast: Aysel Gûndogdu

Navê Dayikê: Halîme

Navê Bav: Fahrettin

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Nêçîrvan

Navê Rast: Ferec Ciriq

Navê Dayikê: Zilix

Navê Bav: Ismaîl

Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Nûda Gulbihar

Navê Rast: Gulistan Şahîn

Navê Dayikê: Yûksel

Navê Bav: Nûrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Rewan Genco

Navê Rast: Ehmed Hemo

Navê Dayikê: Behiya

Navê Bav: Hesen

Cihê Jidayikbûnê: Beyandûr, Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Rûstem Zêdan

Navê Rast: Mehemed Xelîl

Navê Dayikê: Mevlûde

Navê Bav: Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Şîlan Botan

Navê Rast: Rim Xişman

Navê Dayikê: Asya

Navê Bav: Newroz

Cihê Jidayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Şîlan Kobanê

Navê Rast: Hemîde Hemo

Navê Dayikê: Ezîze

Navê Bav: Cûma

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Sozdar Garzan

Navê Rast: Hêvîdar Ebdî

Navê Dayikê: Gulîzar

Navê Bav: Ebdulkerîm

Cihê Jidayikbûnê: Amûdê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Zîlan Roj

Navê Rast: Zehra Betûl Ertaş

Navê Dayikê: Vahîde

Navê Bav: Esat

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017

***

Nasnav: Destan Qamişlo

Navê Rast: Hêvî Ebduleziz Mihemmed

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Ebdulezîz

Cih û Dîroka Şehadetê: Qereçox/ 25-04-2017