YPG’ê nasnameya 5 şervanên Xezeba Firatê eşkere kir
YPG’ê nasnameya 5 şervanên di dem û dîrokên cuda yên Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê nasnameya 5 şervanên di dem û dîrokên cuda yên Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 5 şervanên di Pêngava Xezeba Firatê yên li gundê Ezawî, Kas Icêl û Xinêsê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YGP’ê diyar kir ku li Rojava û Bakurê Suriyê hebuna çeteyan ber bi dawiye ve diçe. Bi taybet destpêkirina hemleya Xezeba Firatê a rizgarkirina Reqqayê tê wateya xelaskirina çeteyên DAIŞ’ê. Di tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de rola şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ sereke ye. Ji ber wî çeteyên DAIŞ’ê bi her awayî êrîşê çeperên hêzên me dike.
Navenda YPG’ê di dewam adaxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Çeteyên DAIŞ’ê 27’ê Adarê bi teknîk û hêjmarekî mezin êrîşê çeperên hêzên me ya gundê Azawî ya girêdayî Şedadê kiribû me bi daxuyaniyekî encamê wî eşkere kiribû. Şikandina êrîşên çeteyan a vî gundî de hevalên me berxwedanekî bêhempa nîşan dan. Encama şer û şikandina çeteyan de 2 hevalên me bi lehengî û fedayî şerkirin gihiştin şehadetê. 3 hevalên me yên Pêngava Xezeba Firatê de cih digirtin pêşveçuyina hemleyê de aktîf rol leyîstin gihiştine şehadetê.
Dema ku çete bi hejmarekî zêde tank û panzêran êrîşê çeperên me dikirin, hevalê me Argeş Hesekê bi şêwazekî fedaîyane li hember tank û panzêran xwe dike mertal ji bo zirar negîje hevalên wî. Şehîd Argeş ji pêkhateyên Erebe li bajarê Hesekê ji dayik bûye û bavê 2 zarokan e. Beriya Şedadê were rizgarkirin hêza YPG nas dike û tevlî dibe. Di demekî kin de kesayeta xwe de guhertinan çê dike. Ji roja tevlî bû û heya roja şehadetê bê tereddut jiyan kir. Şehîd Argeş bi kesayet û sekna xwe û bi vê çalakiyê carekî din nîşan da ku YPG hêzekî fedayî a gelan e.
Weke YPG û YPJ hemû şehîdên azadîyê bibîrtînin. Serî da malbatên şehîdan û tevahî gelên Kurdîstanê re sersaxiyê dîxwazin. Em heya dawî şopdarên şehîdên xwe bibin û ji bo jiyaneke azad biafrînin soza bilindkirina tekoşînê nû dikin.”
Nasnameyên şevanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Argeş Hesekê
Nav û Paşnav: Hisên Fethî
Navê Dayikê: Naîle
Navê Bav: Bedran
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Ezawî /Şedadê 27’ê Adara 2017
***
Nasnav: Delîl Şedadê
Nav û Paşnav: Yasîn Hisên
Navê Dayikê: Menîfa
Navê Bav: Mihdî
Cihê Jidayikbûnê: Erîşa
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Ezawî / Şedadê, 27’ê Adara 2017
***
Nasnav: Kamûran
Nav û Paşnav: Qasim Selmo
Navê Dayikê: Wetha
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Icêl /Raqa, 18’ê Adara 2017
***
Nasnav: Kuvetlî Til Temir
Nav û Paşnav: Ala Abas
Navê Dayikê: Cûmana
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Xinês/ Reqa, 27’ê Adara 2017
***
Nasnav: Xidir Hesekê
Nav û Paşnav: Ebdilezîz Siwadî
Navê Dayikê: Sebhe
Navê Bav: Cuma
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Icêl /Raqa, 20’ê Adara 2017