YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Tebqa û Reqayê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 5 şervanên rojên 5-7 Gulanê di Pêngava Rizgarkirina Tebqa û Reqayê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Di rizgarkirina bajarê Tebqayê de rola herî esasî leyîstine şehîd û lehengên me ne. Li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê meşandina têkoşîneke rast bi ruhekî fedayî dibe. Ev ruh di şervanên azadiyê xwe nîşan dide. Terora ku li Rojava û Bakurê Suriyê hatibû kirin ji aliyê çeteyan ve eger îro ber bi xelasbûyinê ve diçe, ev bi saya şehîdên me yên bê tereddût şer kirine û xwîn rijandine ye. Ji bo rizgarkirina bajar û gelê Reqayê, şervanên azadiyê wê li ser şehîdan bimeşin û ji bo rizgarkirina gelên Sûriyeyê ji terorê, wê têbikoşin."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di rizgarkirina Tebqa û gundên derdora Reqayê de 5 hevalên wan ku lehengî şer kirin, şehîd bûn û wiha dewam kir: "Ev hevalên me di xilaskirina terora DAIŞ’ê û rizgarkirina bi hezaran sivîlan de bi erka xwe rabûn, bi ruhekî berxwedêrî têkoşiyan û canê xwe di vê oxirê de feda kirin.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me re dixwazin. Soza serketin û bilindkirina têkoşînê careke din nû dikin.

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Ayat Til Gidîş
Nav paşnav: Muhened Mitlik
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê, Gundê Til Gidîş
Cih û dema şehadetê: Tebqa 6 Gulan 2017

Nasnav: Bêkes Til Koçer
Nav paşnav: Hatim Siltan
Navê Dayikê: Fuza
Navê Bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Til Koçer
Cih û dema şehadetê: Tebqa 6 Gulan 2017

Nasnav: Qendîl Kobanê
Nav paşnav: Welîd Calmîş
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ismaîl
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dema şehadetê: Reqa, Gundê Sehlîl El Xeşed 5 Gulan 2017

Nasnav: Rûstem Diyar
Nav paşnav: Mihemed Derwêş
Navê Dayikê: Uweyş Casim
Navê Bav: Ebdulfatih El Derwêş
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û dema şehadetê: Reqa 7 Gulan 2017

Nasnav: Sabir Qamişlo
Nav paşnav: Ehmed Elebas
Navê Dayikê: Wedha
Navê Bav: Ebas
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo, Gundê Metîniyê
Cih û dema şehadetê: Reqa 6 Gulan 2017