YPG’ê nasnameya 3 şervanan eşkere kir
YPG’ê nasnavên 3 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne eşkere kir.
YPG’ê nasnavên 3 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne eşkere kir.
Navenda Ragihadinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên ku ji destpêkê ve beşdarî Pêngava Xezeba Firatê bû û di berxwedan rizgarkirina gundê Xinêz ê Reqayê de şehîd bûne eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir: “Di 10’ê Sibatê de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêşengtiya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 8 êrişên dijwar ên çeteyên DAIŞ’ê ku Pêngava Xezeba Firatê hedef girtibûn têkbirin. Di şerê li gundê Xinêz ya li bakurê Reqayê de 3 şervanên ku şehîd bibûn hatibûn îlankirin. Em îro jî 3 şervanên ku ji destpêkê ve beşdarê Pêngava Xezeba Firatê bûne piştî berxwedanekî mezin gihiştin şehadetê, îlan dikin.
Weke YPG’ê û YPJ’ê, em di kesayeta şehîdên Pêngava Xezeba Firatê de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Soza me hertim wê domandin rêya şehîdan û pêkanîna armancên gelê me be.”
Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
Nasnav: Îbrahîm Til Temir
Nav û Paşnav: Îbrahîm Mihemed
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Xinêz/ Reqa - 10-02-2017
***
Nasnav: Remedan Til Temir
Nav û Paşnav: Remedan Bahir
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ebdilezîz
Cihê Jidayîkbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Xinêz/ Reqa - 10-02-2017
***
Nasnav: Zagros Til Temir
Nav û Paşnav: Ebdilselam Ebdilezîz
Navê Dayikê: Eyşa
Navê Bav: Ebdilezşîz
Cihê Jidayîkbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Xinêz/ Reqa - 10-02-2017