YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezava Firatê û Silûk ê de şehîdbibûn eşkere kir.
YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezava Firatê û Silûk ê de şehîdbibûn eşkere kir.
Navenda Raghandinê ya YPG`ê, bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên YPG`ê ku di pêngava Xezeba Firatê û bajarê Silûk de jiyana xwe ji dest danbûn eşkere kir.
Navenda YPG'ê bal kişand ser van xisûsan:
"Pêngava Xezeba Firatê bi hemû hêza xwe dewam dike û şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê şer xwe ber bi Reqayê ve bi lez dikin. Di çarçoveya vê pêngavê de şervanên Xezeba Firatê di rizgarkirina bajarokê Mehmûdliyê de berxwedaniyek mezin dane meşandin û encamê de bajarok bi tevahî ji çeteyên DAIŞê rizgarkirin.
Di oxira vê çalakiyê de hevalek me bi qehremanî şer kir û gihişte şehadetê.
Her wiha em nasnameya hevalekî xwe ku li bajarokê Silûkê di dema ku li ser erka xwe bû û peywirên parastinê pêk dianî gihîşte şehadetê radighînin.
Şehîdên me ji bo xeyalên gelên Reqayê bi cih bînin, sînga xwe dane pêşiya guleyan da ku wan ji zilm û terora DAIŞ`ê xilas bikin. Weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, em di kesayeta şehîd Ebdulrehman û şehîd Sefqan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin, bejna xwe li ber mezinahiya wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan didin."
Nasnameya şervanên YPG'ê wiha ne:
Nasnav: Ebdulrehman
Nav û Paşnav: Ebdurehman Ebûd
Navê Dayikê: Helwa
Navê Bav: Ebûd
Cihê Jidayikbuyînê: Gundê Şerahî, Tişrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Mehmûdlî- Reqa / 31'ê Kanûna 2016
***
Nasnav: Sefqan Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Enwer Ehmed
Navê Dayikê: Şemsa
Navê Bav: Silêman
Cihê Jidayikbuyînê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Silûk-Gundê Kefer El-Beg / 1'ê Çileya 2017