YPG'ê nasnameya 14 şervanên xwe eşkere kir

 YPG'ê bi daxuyaneyê nasnameya 14 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 14 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşere kir. YPG'ê di destpêka daxuyaniyê de ragihand ku Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Kurdane, şoreşa hemû gelên bindest in.


Daxuyanî wiha berdewam dike;


"Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Kurdan e şoreşa hemû gelên bindestin. Nîşaneya wê Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ ye. Gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Turkmen û ciwanên derveyî welêt yên azadbuna xwe di bin YPG û YPJ'ê de dibînin ji bo azadî û jiyaneke hevpar û biratiya gelan çêbikin tevlî şoreşê dibin. 2011 heya roja me ya îro bi hezaran hevrêyên me ji bo azadiya gelan şer kirin gihiştin şehadetê.


 LI HEMBERÎ ÇETEYAN TEKOŞÎNA HERÎ RAST HÊZÊN YPG Û YPJ DIKE


Bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê ve bi sedan ciwanên Ereb yên herêmê ji bo qedandina çeteyên DAIŞ'ê û avakirina jiyaneke azad rêya herî rast di nav YPG û YPJ'ê de dibînin. Çunkî li hember çeteyan tekoşîna herî rast hêzên YPG û YPJ dike.
Li ser vê armancê 14 hevalên me yên Kurd û Ereb dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li ser gelê Tebqayê tune bike û mizgîniya rizgarkirina bajarê Tebqayê bidin tekoşînekî bê hempa meşandin gihiştin şehadetê. Hevalê me Cudî Reş ku 24 Nîsanê li bajarê Tebqayê brîndarbu bû û rakirin nexweşxaneya Hesekê tevî hemû hewildanan jî 4'ê Gulanê şehîd bû.


Em wek YPG û YPJ hemû şehîdên azadiyê bibîrtînin. Ji bo xeyal û armancên wan pêkbînin soza bilindkirina tekoşînê ku me dayê careke din li ser navê 14 şehîdên me, soza xwe nû dikin. Hemû gelên Rojava û Bakurê Surîyê û gelên bindestan re sersaxiyê dixwazin.


AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN


Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:


 Nasnav: Berfîn Xemgîn
Nav û Paşnav: Ruken Ozkan
Navê Dayikê: Madna
Navê Bav: Dexîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 4 Gulan 2017


 ***
Nasnav: Canfeda Dera
Nav û Paşnav: Ebdulah Salim
Navê Dayikê: Xeyîca
Navê Bav: Ûbeyd
Cihê Ji Dayikbûnê: Dera
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Nîsan 2017


 ***
Nasnav: Ciwan Tey
Nav û Paşnav: Mahmut Înce
Navê Dayikê: Asya
Navê Bav: Omer
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Kobre 1 Gulan 2017


 ***
Nasnav: Cudî Reş
Nav û Paşnav: Sef Mihemed Mesud
Navê Dayikê: Enud
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: Nexweşxaneya Hesekê 4 Gulan 2017


 ***
Nasnav: Ebdulhey Hol
Nav û Paşnav: Mislih Sebah
Navê Dayikê: Nesma
Navê Bav: Hiwedî
Cihê Ji Dayikbûnê: Musul
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Nîsan 2017


 ***
Nasnav: Ebû Leyla
Nav û Paşnav: Ebdulah Ebdulrehîm
Navê Dayikê: Nura
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Nîsan 2017


 ***
Nasnav: Egîd Hilko
Nav û Paşnav: Eymen Xidir
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Menhel
Cihê Ji Dayikbûnê: El Haciya El Saxîra
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Nîsan 2017


 *** 
Nasnav: Fethî Til Koçer
Nav û Paşnav: Mehmud Xidir
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Xidir
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Nîsan 2017


 ***
Nasnav: Heqî Sîncar
Nav û Paşnav: Mihemed El Meter
Navê Dayikê: Sûreya
Navê Bav: Meter
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Nîsan 2017


 ***
Nasnav: Hogir Kobanê
Nav û Paşnav: Ebdulmine Xidir
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Nîsan 2017


 *** 
Nasnav: Şero Til Selat
Nav û Paşnav: Ehmed Xelef
Navê Dayikê: Saeda
Navê Bav: Ûbeyd
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Nîsan 2017


 *** 
Nasnav: Şervan Amara
Nav û Paşnav: Welat Keleş
Navê Dayikê: Meral
Navê Bav: Seyfeddîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 3 Gulan 2017


 *** 
Nasnav: Xelîl Çavgun
Nav û Paşnav: Ozgur Çoban
Navê Dayikê: Necla
Navê Bav: Nîmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 3 Gulan 2017


 ***
Nasnav: Ziber 
Nav û Paşnav: Beşar Helus
Navê Dayikê: Meha
Navê Bav: Xidir
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Nîsan 2017"