YPG'ê bîlançoya şer a sala 2016'an eşkere kir

YPG'ê bîlançoya şer a sala 2016'an eşkere kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîş û destketiyan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer a sala 2016'an eşkere kir.

Daxuyaniya li ser mijarê bi vî rengî ye:

Sala 2016’an ji bo Şoreşa Rojava û Sûrî bû salekî gelek girîng. Çeteyên hov ên DAIŞ`ê îsal jî bê navber êrîşên xwe domandin. Li dijî van êrîşan hêzên me di hemû xetên sînor de erka xwe ya parastinê bi cih anîn û ji bo erdnigariya di bin desthilatiya çeteyan de were rizgarkirin di bin sîwana QSD`ê de tevlî hemleyên stratejîk ên wekî Xezeba Xabûr, Şehîd Elîn û Cûdî, Fermandar Şehîd Ebû Leyla û Xezeba Firatê bûn.

Çeteyên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûrî jî bê navber li qadên Efrîn û Şêx Meqsûd a Helebê êrîşî hêzên me kirin, çekên qedexekirî jî di nav de bi gelek çekên cûrbecûr hêzên me û zêdetir jî welatiyên sivîl hedef girtin.

Tevî van êrîşên çeteyan di sala 2016’an de êrîşên arteşa Tirk jî her çû zedê bû. Bi dagirkeriya Cerablûsê artêşa Tirk ket axa Sûrî û li dijî welatiyên sivîl gelek komkujî pêk anîn. Li ser sînor gelek welatiyên me şehîd xistin. Di rojên dawiya salê de jî artêşa Tirk êrîşên xwe yên li dijî hêz û çeperên me zêdetir kir.

Rejîma BAAS`ê jî di nava vê salê de du jê êrîşên mezin gelek êrîş anîn ser hêzên me û welatiyên sivîl. Hêzên me li dijî van êrîşan bi xurtî xwe û herêm parastin û li gelek cihan hêza rejîmê daxistin asta herî kêm.

Bîlançoya êrişan û hemleyên hêzên me tê de cih girtin wiha ye:

Not: Hejmara windahiyên sivîlan ku di bîlançoya me de hatiye dayîn tenê ji bo qadên di bin serweriyê hêzên me derbasdar  e. Windahiyên sivîlan a li qadên di bin serweriyê Asayîş û hêzên me yên din ên ewlekarî û qadên di bin serweriyê hêzên din de rû dan, li derveyî vê bîlanço ye.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Ji destpêka sala 2016 ve artêşa Tirk 191 caran sînorên Rojava binpê kiriye, tacîz û êrîş pêk aniye. 169 caran bi çekên giran mal û milkên sivîlan û çeperên hêzên me gulebaran kiriye. Dîsa 2 caran bi helîkopteran, 7 caran bi balafirên bê mirov û 13 caran jî bi maşîneyên zirxî sînor derbas kir û ket nava xaka Rojava.

Di encama van êrîşan de bi qasî hat zelalkirin 31 welatiyên sivîl şehîd ketin û 138 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Dîsa di van êrîşan de şervanekî YPG, du endamên Asayîş, sê şervanên Erka Xwe Parastinê şehîd bûn û 8 endamên din jî birîndar bûn.

Dîsa di encama van êrîşan de gelek mal û milkên sivîlan zirar ditîn û hinek mal jî bi temamî şewitîn.

ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN KOALÎSYONA NIŞTIMANÎ

Di sala 2016’an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê ku xwe wekî Artêşa Azad bi nav dike tevî El Nusra û Ehrar El-Şam 284 caran bi topên hawan, topên destsaz û çekên giran êrîş birin li ser gund û navçeyên Efrîn û taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Çeteyan 3 cara bi çekên kimyewî û gazên jehrî welatiyên Şêx Meqsûd û yekîneyên me yên vê herême hedef girtin. Di encama wan êrîşan de 51 welatiyên Şêx Meqsûd şehîd bûn û 104 welatî jî birîndar bûn.

ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DAIŞ'Ê

Di sala 2016’an de çeteyên DAIŞ’ê 493 caran bi topên hawan, fuze, çandina mayînan, bi maşîneyên teqemenî û çekên giran yên cûrbecûr êrîşî xetên  sînor a Federasyona Bakurê Sûrî kirin. Di encama wan êrîşan de 15 welatiyên me şehîd ketin û 14 welatî jî birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ`ê herêma dikeve navbera gundê Ebû Fas û Şedadê de çekên qedexekirî wekî gazên jehrî di nav de bû avêtin çeperên hêzên me.

Rejîma Baas îsal li dijî Hesekê û Qamişlo 17 êrîş di nava de du êrîşên mezin lidarxist. Her wiha balafirên şer jî di nav de bi gelek top û hawanan, bi çekên giran bajarên me û cih û warên sivîlan topbaran kirin. Di êrîşan de zarok jî di nav de 28 sivîl şehîd bûn, 12 sivîl birîndar bûn.Li Qamişlo Hebsa Elaya ya stratejîk jî di nav de gelek noqt ji dest rejîm hatin derxistin. Dîsa li Hesekê jî taxa Xiwêran, Neşwê û piraniya bajêr ji dest rejîm hat rizgarkirin.

BÎLANÇOYA PÊNGAVÊN QSD'Ê

Hêzên me di bin banê QSD`ê de tevlî hemleya Xezeba Xabûr, hemleya Şehîd Elîn û Cûdî, hemleya Şehîd Fermandar Ebû Leyla û hemleya Xezeba Firatê bûn.

Di encama van hemleyan de bi giştî 9.425 km2 erd ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Di nav vê 9.425 km2 de bajarên mezin wekî Minbic û Şedadê bi dehan navçeyên biçûk, 699 gund û hejmarek zedê gundik hatin azadkirin.

Di van hemleyan de 4622 çete hatin kuştin, bi hezaran çete birîndar bûn û bi giştî 132 çete jî esîr hatin girtin.

Di van hemleyan de 45 jê maşîneyên doçka bi giştî 203 maşîneyên leşkerî, 15 tang û panzer, 32 hawan, 5 katuşa hatin rûxandin. Dîsa bi hezaran çek û cebilxaneyên çeteyan jî ketin destê hêzên QSD`ê.

ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN DESTESERKIRIN

Di encama şerê sala 2016`an de gelek çek, cebilxane û amûrên leşkerî ya dijmin ketin destê hêzên me. Di encama tevahî şerên 2016`an de ji hemû cûreyan çekan 2.574 çek ketin destê hêzên me. Dîsa bi deh hezaran cebilxaneyên van çekan, alav û amûrên leşkerî, jiyanî û tendûristî; dîsa bi sedan maşîne jî ketin destê hêzên me.

LEHENGÊN SERKETINÊ

Hemû destketiyên sala 2016`an bi xwîna şehîdan hat bidestxistin. Ew lehengên li dijî hemû hewldanên dagirkeriyê bi wêrekî têkoşiyan hiştin ku îro em li ser welatek azad bijîn û pêşengtî ji şoreşa Sûrî tevahî re bikin.

Di sala 2016`an de 613 hevalên me yên qehreman, egîd û leheng bûn tov ji axa Kurdîstanê re da ku şitilên azadiyê mezin bibin. Em carek din li hember van hevalan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.

Di serî de malbatê şehîdan tevahî gel û hevalên me li pêy vê tekoşînê bi şeref heta dawî şopdar bin. Ew hêza ku em ji şehîdên xwe distînin wê bibe misogeriya serkeftinên hîn ji van mezintir."