YPG’ê bersivên tund da artêşa Tirk a ku êrîşî Rojava kir

Piştî ku YPG’ê bersiv da artêşa Tirk a ku dixwest ji gundên Çetelê, Girbeşkê yên Dirbesiyê bi nêta dagirkirinê sînor derbas bike, şerek pêk hat, di şer de tankek hat îmhakirin.

Gelê Dirbêsiyê li hemberî êrîşên artêşa Tirk ji bo xweparastinê amadekariyên xwe kir.

BERSIVEK TUND DAN ARTÊŞA TIRK A KU DIXWEST ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKE

Artêşa Tirk îro sibehê di saet 09.00’an de bi obus û hawanan êrîşî hêzên xweparastinê yên gundê Karababa yê bi ser navçeya Racoyê ya Efrînê. Di êrîşan de hêzên YPG’ê jî bersivên tund dan û ji qereqoleke navçeya Kirikhanê ya Hatayê hawan hate avêtin. Di heman demê de artêşa Tirk bi obus hawan, tank û topan bombe bi ser gundên Tel Cîca, Tel Madiq, Samûqa, Meraanaz, Bêlûniyê û Tel Rifatê barand.

Îro saet di 16.30’an de hewl dan ku bi panzêran êrîşî hêzên xweparastinê yên gundê Şilşehtê yê Bilbilê bikin. Hêzên xweparastinê û hêzên YPG’ê bi RPG7’an li panzêrê dan.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞ Û ÇETEYÊN TIRKAN BERSIVÊN TUND STENDIN

Îro di destê êvarî de hêzên YPG’ê bersivên tund da artêşa Tirk a ku dixwest gundê Gir Beşkê yê Dirbêsiyê yê Rojava dagir bike. Tankeke ku dixwest nêzî gundê Çetelê sînor derbas bike, ji aliyê YPG’ê ve hate îmhakirin. Gelê Dirbêsiyê li hemberî êrîşên artêşa Tirk amadekariya xwe ya xweparastinê kirin.