YPG: Di çarçoveya xweparastinê de hêzên me bersivê didin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku êrîşên artêşa Tirk û dagirkerên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û hêzên wan jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin.

Di daxuyaniya navenda ragihandinê de hat gotin, "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîş û zêdegaviya xwe li dijî axa Rojava didomînin."

Di daxuyaniyê de li ser mijarê ev agahî hatin dayîn:

"Di 15'ê Gulana 2017'an de, piştî nîvro çeteyên artêşa Tirk ji aliyê Kela Seman bi çekên giran êrîş birin ser gundê Xezawî yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê.

Heman şevê çeteyan bi topên obûsê êrîş birin ser gundên Belûnê û Girê Celemê yên navçeya Cindirêsê. Di encama topbaranê de 2 hevalên me birîndar bûn.

Li hember van êrîşan hêzên me jî bi awayek tund bersiv dan û çeperên çeteyan xistin. Encama van lêdana ango hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehate zelalkirin.

Di 11'ê Gulana 2017'an de, tevahiya rojê çeteyên artêşa Tirk bi navber Girê Şehîd Şîlan a girêdayî Cindirêsê gulebaran kirin. 

Heman rojê artêşa Tirk li hember taxa Kaniya Kurda ya bajarê Kobanê tevgera xwe zêde kir û li ser sînor xebata çeper û ronîkirinê dewam kirin. 

Heman şevê çeteyên artêşa Tirk xwestin ji aliyê gundê Dêr Balud ê navçeya Cindirêsê êrîşek bikin. Hêzên me bi ser van çeteyan ve girtin û ew gulebaran kirin. Bi qasî hat zelal kirin di gulebarana hêzên me de çeteyek mirî ye.

Di 13'ê Gulana 2017'an de, danên nîvor û şevê balafirên keşfê yên bêmirov û balafirên şer ên artêşa Tirk li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê geriyan. Di heman demê de leşkerên Tirk li ser xeta sînor tevgera xwe zêde dikin.

Di dîroka 14'ê Gulana 2015'an de,  balafirên keşfê yên bêmirov ên arteşa Tirk li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê geriyan. Hêzên me jî li balafirên keşfê xistin. Di encam de balafirên keşfê ji qadê dûr ket lê nehat zelal kirin balafir ketiye an na."