YPG: Arteşa Tirk bi dijwarî êrişî sînorê Rojava dike

YPG’ê diyar kir ku arteşa Tirk û çeteyên wê êriş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava bê navber lidardixin didimin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser xaka Rojava didomînin agahî da.

Êriş û binpêkirinên arteşa Tirk û çeteyên wê wiha ne:

“Di dîroka 11.02.2017’an de arteşa Tirk li dijî gundê Selim ê dikeve rojavayê Kobanê dest bi çêkirina rê kiriye. Heman şevê balafirên keşfê yên bê mirov a arteşa Tirk jî li ser giştî xeta sînor a rojavayê Kobanê firiya ye.

Çeteyên di bin fermandariya arteşa Tirk de tevdigerin heman şevê bi topên obûs û tangan êriş birin li ser gundê Maranez û Willa Qadi yên giredayî Efrînê. Hêzên me jî li dijî van êrişan di astekî pêwîst de bersiv dan.

Di dîroka 12.02.2017’an di saet 17.00an de arteşa Tirk ji herêma dikeve li hember gundê Xerez ê ku dikeve navbera Amudê û Dirbesiyê de hewldan derbasî xaka Rojava bin. Dema leşkerên Tirk xwestin ji sînor derbas bibin hêzên me li ser leşkeran ve guleyên hîşyariyê avetin. Piştî vê hîşyariyê leşkerên tirk carek din derbasî bakurê xeta sînor bûn.

Îro siharê arteşa Tirk ji heman herême carek din hewldan sînor derbas bike. Piştî bersiv dayinê hewldana êrişê, di navbera arteşa Tirk û hêzên me de li qadê şerekî dem kurt qewimî. Piştî vi şerî arteşa Tirk li heman herême panzer û tang bi cih kirin.

Arteşa Tirk heman şevê (12.02.2017) bi çekên giran êriş birin li ser gundên Esafa û Çarikli yên dikevin li ser xeta sînor a rojhilatê Kobanê.

Heman şevê çeteyên di bin fermandariya arteşa Tirk de tevdigerin ji çeperên xwe yên Ezazê bi tang û çekên giran êriş birin li ser gundê Maranez û Willa Qadi yên giredayî Efrînê. Hêzên me yên li herêmê bersiva êrîşan dane. Di encama bersivdayina hêzên me de, qasî hat zelal kirin treksek û wesayîtekî leşkerî ya çeteyan hatin derb kirin.

Di dîroka 13.02.2017’an (îro) saet di derdora 10.00an de artêşa Tirk ji herêma gundê Elok ê giredayî Serêkaniyê hewldan sînora Rojava derbas bikin. Hêzên me li vê herême ji bo hişyarkirin ji ser leşkerên Tirk gule avêtin. Piştî bersiv dayina leşkerên Tirk li herême şer destpêkir. Di vê şerî de wesayîtekî leşkerî ya arteşa Tirk derb xwar. Di derbarê kuştî û birîndarên arteşa Tirk de ti agahî nehat bi dest xistin.

Ji sibeha îro ve li ser xeta sînor a ku ji Amudê heta Serêkaniyê direj dibe tevgerê arteşa Tirk didome.”