YPG: Êrîşên artêşa Tirk a li ser Rojava didomin

YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Rojava berdewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin êrîş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava didomînin.

Navendê di daxuayniya xwe de encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 5 heta 9’ê gulanê wiha rêz kir:

“Di dîroka 05.05.2017`a saet 16:00`an de balafirek keşfê ya bê mirov a artêşa Tirk li ser herêma ku dikeve navbera Amûdê û Dirbesiyê geriya ye. Balafira keşfê ku xal û çeperên hêzên me keşf dikir ji aliyê hêzên me ve hate hedefkirin.. Di encamê de balafira keşfê derb xwar û ket bakurê sînorê Rojava.

Di dîroka 06.05.2017`an de, li ser xeta sînor a rojhilatê Kobanê liv û tevgerê artêşa Tirk zêde bû. Leşkerên Tirk li herêmê wesayîtên zirxî bi cih kirin û milê gundê Koran bi navber gule avêtin milê Rojava. Balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov a artêşa Tirk jî li ser giştî xeta sînor a rojavayê Kobanê geriya.

Heman rojê çeteyên girêdayî artêşa Tirk jî bi topên obus û çekên doçka êrîş birin li ser gundên Maranez, Vîla Qadi, Belûnê, Eyn Deqnê û çeperên hêzên me ya gundê Dîkmedaş.

Heman rojê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk ji çeperên xwe yên bakurê Îdlîbê jî 2 êrîşên cuda birin li ser Efrînê. Çeteyan bi topên hewan û topên cehenemê gundê Basufanê ya girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê topbaran kirin.

Di dîroka 08.05.2017`an de, çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hewanan êrîş birin li ser gundê Celemê û girê gundê Til Silorê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê.

Di dîroka 09.05.2017`an de, piştî nîvro çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji çeperên xwe yên bakurê Îdlibê bi topên hewanan êrîş birin li ser gundê Basufanê ya girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê. Çeteyan bi awayekî hemwext bi çekên doçka êrîş birin li ser gundê Celemê ya girêdayî Cindirêsê jî.

Heman şevê balafira keşfê ya bêmirov a artêşa Tirk li ser herêmên Maranez, Eyn Deqnê û Qestelê geriya. Piştî geryana keşfê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi tank û topên hewanan gundê Maranez topbaran kirin. Bi awayekî hemwext çeteyan bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Basufanê ya girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê.

Di heman şevê de 2 çete xwe nêzî gundê Dêr Balut a girêdayî navçeya Cindirêsê kirin û xwestin mayîn deynin. Hêzên me her du çete ji nêz ve şopandin û piştre jî li wan xistin. Di encam de her du çete jî hatin kuştin.”