YNK'ê hişyariya vekişîna ji hikumetê da

Hevserokê Giştî yê YNK'ê Lahor Şêx Cengî têkildarî nakokiyên hikûmetê yên li gel Bexdayê û nedana mûçeyên karmendan hişyariyek da û got, daxwazên wan bi cih neyên yek ji biryarên wan ê sereke ew e ku ji hikumetê û parlamentê vekişin.

Hevserokê Giştî yê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Lahor Şêx Cengî li ser hesabê xwe yê fermî Twîterê li ser helwesta partiya wan a derbarê mûçeyên karmendan û dîsa pirsgirêkên hikûmeta herêmê ya li gel Bexda, ne zelaliya li herêma Kurdistanê peyamek da.

Şêx Cengî got: “Encûmena Sekreteriya YNK’ê wê kom bibin. Eger ku hikûmeta herêma Kurdistan li gel Bexda li hev nekin, zelalî nebe û dahet nebe; YNK nakeve ber barê mûçebirînê. Ji bo vê yek ji biryarên me yên esasî ew e ku xwe ji hikûmetê û parlementoyê vekişînin û daxwaza hilbijartineke pêşwext bikin."

Beriya çend rojan hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê biryar da ku 21 ji sedî yê mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê were kêmkirin.

Piştî biryarê gelek parlamenter, endamên payebilindên YNK'ê diyar kirin ku ew li dijî birîna qutê xelkê ne û daxwaz ji polîtburoya partiya xwe kirin ku biryarê qebûl nekin.