YNK: Bi belge ye ku li Behdînan û Hewlêrê nelirêtî hatiyek kirin

Piştî hilbijartina parlamentoyê ya Başûrê Kurdistanê têkilî nelirêtiyan daxuyanî tên.

Ofîsa Hilbijartinê ya YNK’ê got têkilî nelirêtiyên li Hewlêr û Behdînanê di dest wan de belge hene. Berdevkê YNK’ê Ehmed Pîre got ew encamên hilbijartinê red dikin, Qubat Talabanî her wiha got, ‘’Diyar e ku hin nelirêtî çêbûne lê niha zûye ku mirov tiştekî bibêje.’’

Başûrê Kurdistanê ev cara pêncan e ku ji bo hilbijartina parlamantoyê diçe ser sendoqan. Di pey girtina sendoqan re partiyan gotin, ‘’dek û dolab hatine gerandin’’.

Bi îdîaya ku li Koyê di hilbijartinan de nelirêtî hatine kirin PDK, Goran, Îslamî Yekgirtû û Komaley Îslamî daxuyanî dan, bi hinceta ku YNK di hilbijartinan de hêz bi kar aniye, ew encamên hilbijartinê qebûl nakin. Berdevkê Ofîsa Hilbijartinê ya YNK’ê û berdevkê YNK’ê Ehmed Pîre daxuyaniyeke hişk da.

Ofîsê got, ‘’Di dest me de belge hene ku li Behdînan û Hewlêrê dema dengdanê hîle hatine kirin. Li navendên hilbijartinê nelirêtî çêbûne. Em ji bûyeran Komîsyona Referandûmê û Hilbijartina Bilind a Kurdistanê û  Wezareta Karê Navxwe berpirs dibînin.’’

QUBAT TALABANÎ: HÊ ZÛ YE

Têkilî mijarê Serokê Lîsteya Hilbijartinê ya YNK’ê ya hilbijartinên parlamentoyê Qubat Talabanî jî daxuyanî da û got ji bo qebûlkirin an jî redkirina encamên hilbijartinê hê zû ye.

Li ser gotinên Pîre jî Talabanî got, ‘Mebesta Pîre ew e ku sextekarî pir be ew ê hilbijartinan red bikin’’.