YJA-Starê şehîdên Azaxpêrtê bibîranî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê bi daxuyaniyeke nivîskî 5 şehîdên Azaxpêrtê bibîranî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê têkildarî şehîdên Azaxpêrtê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YJA-Star sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest.

YJA-Star di daxuyaniyê de têkildarî şehîdan wiha got;

"Artêşa Tirk a dagirker di 17’ê Tebaxa 2018’an de li Azaxpêrta Çewlikê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Di vê operasyonê de 5 rêhevalên me yên qehreman heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û piştre şehîd bûne. Di vê operasyonê de Dîcle Zafer, Zîn Xweza, Ferhat Rodî, Reşît Çewlik û Yona Dersim şehîd bûne. Em ev rêhevalên xwe yên şehîd bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya girêdayîna şehîdan careke din dubare dikin.

Di vî şerî de rêheval Dîcle Zafer li Nisêbînê ji dayîk bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Yek ji fermandara me ya YJA-STAR’ê di bîst salên xwe yên têkoşînê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê berpirsyariya gelek xebatan kiriye. Rêheval Dîcle li eyaletên Botan, Amed, Xerzan, Erziromê xebitiye û fermandarî kiriye. Di kesayetiya xwe ya şoreşgerî de bûye sembola sadebûn, kedê û di fermandariyê de jî bûye mînaka cesaret û tarzê serkeftinê.

Rêheval Zîn Xweza jî li keleheke Kurdistanê li Cizîrê di nav malbateke welatparêz de mezin bûye û tevlî têkoşînê bûye. Rêheval Zîn li eyaleta Erziromê têkoşiyaye û bi îddîaya ku bibe bersiv, beşdarî xebatan bûye. Bûye rêhevaleke ku zindî û dînamîk. Bi kesayetiya xwe ya şervan û cesûr di dilê rêhevalan de şop hiştiye.

Rêhevalên me Ferhat Rodî, Reşît Çewlik û Yona Dersim jî dema ku faşîzma dewleta Tirk êrîşî gel û nirxên me kiriye, tevlî nav têkoşînê bûne. Her hevalekî me bi pratîka xwe ya gerîlatiyê ya ku li çiyayên Kurdistanê nîşan dane li hemberî artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke mezin kirine û tevlêbûneke fedaî ji xwe re kirine bingeh.

Şehîdên me yên 17’ê Tebaxê  ew ê her dem werin bibîranîn û ew ê tu carî neyên jibîrkirin. Rêhevalên me Dîcle, Ferhad, Zîn, Dersim û Yano di serî de heta ku em xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin û soza xwe ya ji Rêber Apo re diyar dikin ku em ê jiyana azad pêk bînin û serkfetinê tacîdar bikin."