YJA-Starê, li Gabarê li ‘Yekîneyên Operasyonê’ xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên YJA-Starê li yekîneyên artêşa Tirk xistine yên ku li çiyayê Gabarê dest bi operasyonê kiribûn.

Li gorî agahiyên ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hatî dayîn di çalakiya YJA-Starê de 4 leşker hatine kuştin.

Daxuyanî wiha ye;

“Artêşa TC a dagirker roja 8’ê Adarê di saet 06:00’an li herêma Bermî ya girêdayî herêma Findikê ya Gabarê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me yên YJA-Star heman rojê yekîneyeke dijmin xist bin kontrola xwe û di saet 09:45’an ji du aliyan ve li wan xist. Bi awayekî serkeftî li yekîneyên dijmin hate xistin û qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bi helîkopterên skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.”