YJA Star: Xwedawend Zîlan remza jina azad û manîfestoya jiyana azad e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 24'an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku xwedawend Zîlan remza jina azad û manîfestoya jiyana azad e.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 24'an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Di salvegera 24’an ya şehadeta rêheval Zîlan de em afirînera nirxên jiyana azad û têkoşîna xwebûnê, bi minet û rêzdarî b ibîr tînin, di şexsê rêheval Zîlan de hemû şehîdên me yên qehreman yên ku di têkoşîna jiyana azad de gihîştine xeta fedayîbûne, heman demê bûne çalakvanên demê û xwedî li jiyanên mezin derketine, em wan bi bîr tînin. Di şexsê têkoşerên mezin yên ku di xeta fedayîtî ya heval Zîlan de ruhê berxwedanê gihandine lûtkeyê; rêheval Sema, Gulan, Têkoşîn Amanos, Evîn Amed, Zîn Avesta, Sema Koçer, Arîn Engîzek, Bager Semsûr de şopdarên meşa azadiyê û fedayiyên kevneşopiya berxwedanê heman demê hemû şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minet bi bîr tînin. Carek din bi mebesta salvegera şahadeta rêheval Zîlan teqez soza gihîştina serfiraziyê û xwedîderketina mîrateya jiyana azad dubare dikin.

Çalakiya xwedawend Zîlan afirandina pîvanên têkoşînê, hezkirina welat, hezkirina gel û jiyanê ye. Rêheval Zîlan jineke dildar û azweriya wê ya jiyanê di asta evîneke mezin e. Ji ber vê rêheval Zîlan bi çalakiya xwe daxwaz û israra jiyana mezin, çalakiya mezin û eşqa mezin e. Li hember dagirkerî û faşîzmê serî rakirin û biryardariya di jiyana azad de ye. Lewra di çalakiya heval Zîlan de encamên dijwar, wêrekî û fedakartiyeke bêhempa heye. Bi çalakiya xwe agirê azadiyê geş dike. Ev çalakî teqez lêgerîna jiyana azad e, xwe zelalkirin ji ber ku daxwaza azadiyê di asta lutkeyan de dike. Encama çalakiya heval Zîlan; mezinbûna xeta azadî ye.

Rêheval Zîlan ji kûr de rastiya têkoşîna Serok Apo fam dike, têdigihîje ku Serok Apo yekane hêviya jiyana azad ya gelê Kurd e ji ber vê li hember komployê dibe çalakvaneke serkeftî. Rêber Apo dibêje; ‘Çalakiya Zîlan çalakiyeke êrîşê ye, ew kesayeteke serketî ye’ Di şerê cîhanê yê sêyemîn de hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo berdewamiya pergalên xwe yên dagirker tasfiyekirina Rêber Apo, Tevgera me ya azadiyê pê re jî gelê Kurd kirin armanc ji ber ku gelê Kurd di pêşengtiya Rêber Apo de bi pergala Konferdaralîzma demokratîk re ji bo tevahiya mirovahiyê hêviyên jiyana azad ji nû ve zindî kir. Zihniyetên paşverû li hemberî paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya jin hemû derfetên xwe kar tînin lê cardin di nava qeyranên mezin de dijîn.

Çalakiya sotîner ya Zîlan, heta roja me ya îro parçekirina zîhniyetên mêtinger û dagirker e lewra di şopa rêheval Zîlan de bi hezaran jin ji bona parastina nirxên jiyana azad kevneşopiya berxwedaniya jin didomînin û mohra xwe li vê serdemê didin. Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navnetewî û hevkariya hêzên noker ve hemû hêza xwe bi armanca tine kirina gelê Kurd û hêzên azadîxwaz bi kar tîne. Li her derê Kurdistanê bi taybetî Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê didomîne. Zarok, jin, kal û pîr, xwezaya Kurdistanê qetl dike lê belê beramberî hemû êrîşan, hêzeke fedayî yên ku di bin fermandariya xwedawend Zîlan de têdikoşin heye. Bi hezaran gerîlayên azadiyê di bin fermana rêheval Zîlan de li hemberî artêş û çeteyên Tirk dîrokê dinivsînin. Li Serhedê heval Sema Koçer, li Heftanînê heval Tolhildan, Arîn, Mazlum, Egîd, Li Dêrsîmê fermandara mezin rêheval Zîn, li Kobanê Zehra Kenter, dayîka Emîne û sedan kesayetên fedayî di şopa Zîlanan de parazvanên nirxên civakî ne. Ji çiyan heta bajaran di pêşengtiya jinên fedayî a Kurd de çanda berxwedaniyê roj bi roj mezin dibe, kesayetên fedayî, şerker û evîndarên ku bi şêwazên jiyana Zîlan diafirîne.

Wekî ku Rêber Apo jî dibêje; ‘Divê jinên militan roj bi roj zêdetir kesayetiya Zîlan şênber bikin’ Di roja me ya îro de xeta fedayî ya Zîlan sekneke fedayî, berxwedêr û civakî ava kiriye. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker şerekî bi xwîn dimeşîne û herî zêde jî tinekirina hêza jinê dike hedef. Lê gelê Kurd di pêşengtiya fedayî ya jina Kurd de bêsekn, bi ruhekî fedaî lez daye tinebûn û rûxandina dagirkeriyê. Ev rastî herî şênber jî di berxwedana Cenga Heftanînê de hat dîtin. Dagirkerî hemû hêzên xwe seferber kirin lê belê roj bi di nav têkçûneke bêsînor de ne. Jin û xortên ciwan bi îradeyek ji pola, di xeta şehîd Zîlan de xakên xwe diparêzin.

Em hêzên YJA Starê pratîzekirina pîvan, rêgez û têkoşîna rast ya rêheval Zîlan bingeha hebûn û têkoşîna me ye. Serokatiya me got; ‘Zîlan fermandara me ye em jî di bin fermana wê de ne’ Artêşa me ya jin di dema niha a dîrokê de pêşeng û fedaiyên xwe pêş dixe. Rêheval Sema Koçer kesayet û helwesta xwe ya hember dagirkeriyê de bû şopdara rêheval Zîlan. Xeta fedayî ya vê pêvajoyê raber kir. Em hêzên YJA Star carek din diyar dikin ku; xwedî li ked, çalakî û jiyana heval Zîlan derbikevin. Pêkanîna xeta fedayî ya Zîlan wek fermaneke esasî em ê jiyanî bikin. Heta bigihîjin serfiraziyê em bi ruhê Zîlan û Sema Koçeran têbikoşin. Emê her dem bi nirxên têkoşîna azadiya jinê ve têkoşîna xwe bidomîn.

Di salvegera 24’emîn ya şahadeta rêheval Zîlan de carek din dibêjin em ji her demî zêdetir nêzî Rêber Apo û jiyana azad in. Em ê bi vê îddayê serî de tola jinan û hemû gelê Kurd ji dewleta faşîst ya Tirk bigrin. Zîlan, Sema û gerîlayên azadiyê ku di bin fermandariya heval Zîlan de têdikoşin wê faşîzmê tine bikin. Rûxandina pergala faşîst jî wê bibe vejîna tevahiya jinan. Em hêzên YJA Starê em ê di bin ferman û fermandariya Zîlan de têkoşîna azadiyê bi xurtî pêk bînin.

Li ser vî esasî em careke din tevahiya şehîdên me yên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minnet bibîr tînin, girêdanbûna bi bîranînên wan re emê xwedî li mîrateya wan derbikevin.”