YJA Star: Em ê çeka hevala xwe Têkoşîn li erdê nehêlin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, endama Konseya Leşkerî Têkoşîn Amanos bi rêzdarî bi bîr anî. Fermandariyê destnîşan kir, "Gerîlayên YJA Starê wê çeka hevala Têkoşîn li erdê nehêlin."

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha ye:

"Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê hevala Têkoşîn Amanos (Ceylan Yaşar) di Tebaxa 2019'an de ji ber êrişa hewayî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevala me Têkoşîn Amanos wiha ne:

Nasnav: Têkoşîn Amanos

Nav paşnav: Ceylan Yaşar

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Sabriye-Îzzet

Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevala me Têkoşîn Amanos şehîdeke hêja û giranbuha ya tevgera me ya azadiyê ye. Em destpêkê sersaxiyê ji malbata hêja ya hevala xwe Têkoşîn Amanos û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin, di şexsê hevala Têkoşînê de soz didin ku em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.

Tevî rola xwe ya di nava tevgera me ya azadiyê ya giştî de, rola hevala Têkoşîn di nava tevgera me ya azadiyê ya jinê de jî gelekî girîng û diyarker bû. Hevala Têkoşîn ku di temenekî ciwan de tevlî têkoşînê bû, bi coş, kelecan û fedakariyeke mezin li nava têkoşîna gerîla bi performanseke xurt xebitî û di dilê hevalên xwe de cih girt. Hevala Têkoşîn di dema herî zehmet a têkoşînê de, li qadên herî dijwar ên şer bi lehengî bi ser mirinê ve çû û ti carî xwe ji têkoşînê venegirt. Bêhesab bi kedkarî û sade tevlî nava têkoşînê bû, tevî temenê xwe yê ciwan berpirsyariyên giran da ser milê xwe û di demeke kurt de bû fermandar. Di rêbaza xwe ya fermandariyê de çi jin çi jî mêr bi hevalan hemûyan re eleqedar bû, perwerde kir û bi hestiyarî nêzî her qada jiyanê bû. Bû nûnereke wêrekî, fedakar û kedkar a fermandariay PKK û YJA Starê. Li xaka Azîme, Zelal, Çîçek, Gulbahar, Reşît û Armancan li Botanê xwe bi pêş ve bir, li wir bû gerîla û fermandar. Hevala me Têkoşîn di jiyana xwe ya têkoşînê de bû yek ji mînakên girîng ên fermandariya jinên azad. Li qadên Botan, Zagros û Xakurkê li deverên herî dijwar wezîfe meşand, zor û zehmetî nas nekir û bi çalakiyên xwe yên bi bandorê mohra xwe danî binê fermandariya jinên azad.

Hevala Têkoşîn ku endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê bû, di şerê dijî dijmin de ti carî paşve gav neavêt, di şerê yek bi yek de têk neçû û artêşa dijmin ti carî nekarî hevala Têkoşîna rawestîne.

Gelê me û jinên evîndarên azadiyê bila zanibin ku hevala Têkoşîn ji nava kevneşopî, exlaq û çanda qedîm hatiye û bi dilsoziya bi van nirxan jiyana xwe diyarî azadiya jinên Kurd û gelê Kurd kir. Bi navê artêşa azadiya jinê YJA Starê em ê xwedî li têkoşîna hevrêya xwe Têkoşîn derkevin ku şervana mezin a xeta azadiyê û milîtana bi bawer a vê dozê bû. Em ê têkoşîna ji bo nirxên di oxira wê de têkoşiyan mezin bikin, gelê xwe û Rêber Apo azad bikin. Em ê jinan bigihînin jiyaneke azad.

Hevrêya me Têkoşîn ku bi ruhê fedayî nîşanî ciwanên Kurdistanê da ku çawa divê bijîn û bi çi rengî tevbigerin, bû xwedî meşeke şoreşger û ji bo ciwanên Kurd bû banga jiyan û gerîlatiya bi rûmet a li çiyê. Her jin û ciwanên bi rûmet û dilsozên azadiyê divê bersivê bidin vê banga berxwedanê û li ser şopa şehîdan ji bo azadiyê têkoşînê mezin bikin.

Li van çiyayan ku têkoşîna gerîla bûye efsane û kesayetên efsane afirandiye wê têkoşîn û berxwedan bi ser bikevin. Azadî wê bi ser bikeve, koletî, teslîmiyet û paşverûtî wê têk biçe. Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em soz didin ku em ê têkoşîna azadiya Kurdistanê ku xeyala nîvcomayî ya azadiya jinê û Kurdistanê ya fermandara leheng Têkoşîn bû pêk bînin. Gerîlayên YJA Starê wê çeka hevala Têkoşîn li erdê nehêlin û bi rêzdarî bi bîr tînin."