YJA-STAR'ê Binevş û Berçem bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR'ê du gerîlayên jin ku 17-18'ê Adarê li herêma Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û sersaxî xwest.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê bi daxuyaniya nivîskî diyar kir ku şer, 17-18'ê Adarê li herêma Çiyayê Bizina ya Gebarê çêbûye.

Di encama operasyona artêşa Tirk de di şer de Fermandara Herêmê ya YJA-STAR'ê Binevş Cenk û şervana bi nave Berçem Dêrik şehîd bûbûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"17-18'ê Adarê li herêma Çiyayê Bizinan a Gebarê di encama operasyona dijmin de şer derketiye. Hêzên me yên gerîla du rojan derbên giran li hêzên operasyonê yên dijmin dane. Di vî şerî de hevalên me Fermandara Herêmê ya YJA-Starê Binevş Cenk û Berçem Dêrik bi lehengî şer kirine û şehîd bûne. Em hevalên xwe Binevş Cenk û Berçem Dêrik, ku di vî şerî de şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin û sond dixwin ku bîranînên wan bi serfiraziyê tacîdar bikin. Di serî de serê malbatên wan ên welatparêz û hêja, serê hemû gelê me sax be.

BINEVŞ CENG FERMANDARA HERÊMA GABARÊ BÛ

Hevala Binevş ji Êlihê, ji nav malbateke welatparêz û hêja hatiye û hê ji biçûktiya xwe ve têkoşîn nas kiriye. Hevrêya me Binevş keçeke Kurd a leheng e ku bi çanceke jidil û xurt a malbateke welatparêz gihaştiye û 1998'an tevlî nav refên têkoşînê bûye. Di jiyana xwe ya têkoşînêya 20 salan de bûye mîneke xurt a şoreşgerî û fermandariyê. Sala ku nû tevlî têkoşînê bûyî derbasî qada Rêbertî bûye. Lê 9'ê Cotmeha 1998'an, bi destpêkirina pêvajoya komploya navnetewî, Rêbertiya me ji Sûriyê derketiye û hevala me Binevş jî berê xwe daye çiyayê azad.

Heval Binevş her çendî demeke kurt perwerdeya Rêbertî dîtibe jî, hewl daye ku herî baş fêhm bike û vê fêhmkirina xwe pêk bîne. Di jiyana xwe ya têkoşînê ya 20 salan de, di serî de Qadên Parastinê yên Medyayê û qada Botanê li gelek qadan bi peywirê rabûye. Li hemû qadan dema ku kar dikir bi dilpakî, kedkarî, coşî û zindîbûna xwe şopa hiştiye. Bi rengê xebata xwe ya bi disîplîn bûye fermandareke mînak. Hevala Binevş li qada Botanê ku cara duyê çûyê, bûye fermandara herêma Gabarê. Bi hewldan û daxwazeke mezin xwest peywira serdemê pêk bîne. Di jiyana xwe de perwerdekar bû û bi pratîkê jî rê nîşan dida.

Hevrê Binevş bi jiyana xwe, şêwaza têkoşînê, bi hevrêtiya xwe û fermandariya xwe bû mînaka kesayatiya şoreşgeriya giştî.

BERÇEM DÊRIK JI 2014'AN VE LI GABARÊ BÛ

Hevala me Berçem Dêrik jî di nav malbateke welatparêz de, bi çandeke welatparêz gihaştiye û di jiyana xwe ya têkoşînê de zû bi pêş ve çûye. Heval Berçem Dêrik li Qadên Parastinê yên Medyayê jî peywir kiriye û 2014'an derbasî qada Botanê bûye. Hevrê Berçem heta ku şehîd bûyî jî li Gabarê xebat kiriye. Heval Berçem bi bi kesayatiya xwe ya jidil, kedkdar, bi pratîka xwe, bi çalakgeriya xwe li hemû qadan bûye xwedî helwesteke pêşeng. Bi zelalî, dilnizmiya xwe cihê xwe di dilê hevalên xwe de çêkiriye.

Em hemû şehîdên xwe yên leheng ku li dijî her cure êrîşên faşîst ên dewleta Tirk ji bo her bihosta xaka welatê me tovên berxwedanê diçînin, têkoşîna azadiyê geş dikin û ber bi serfiraziyê ve dibin bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em hêzên YJA-STAR'ê careke dî dibêjin, êrîşên dewleta TC'ê û yên Erdoganê faşîst bi çi astê bin jî neçar in ku têk biçin. Berxwedaan azadiyê ya gerîla wê ji Erdogan re bibe şevreşk. Li ser zemîna ku 2018'an em bikin sala azadiya Rêbertî, em soz didin ku bi pêkanîna jiyana aza em bîranîna şehîdan tacîdar bikin."