Yildiz ê YPG’yî li ser warê lê jidayikbibû hate veşartin

Yildiz ê YPG’yî, li Amedê bi merasîmekê ve hate veşartin.

Mûsa Yildiz (Nûman Amed) ê di sala 2014’an de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser wesyeta wî li warê lê jidayikbibû hate veşartin.

Mûsa Yildiz (Nûman Amed) ê dema ku li Eskîşehîrê xwendekar, li ser hewldana êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê di sala 2014’an de beşdarî refên YPG’ê bibû, piştî bi salan li ser warê lê jidayik bibû hate veşartin. Yildiz ê ku li ser wesyeta wî cenazeyê wî anîn Amedê, bi merasîmekê li Goristana Şehîdgeha Yenîkoyê hate veşartin. Yildiz 8’ê Cotmeha 2014’’an li Girê Miştenûr ê ku bûyî sembola şervanên Kobanê jiyana xwe ji dest dabû. Yildiz ê ku cenazeyê wî anibûn Pirsûs a Rihayê, li wir li Şehidgeha Kobanê hatibû veşartin. Lê malbatê tim dixwest cenazeyê kurê xwe bîne Amedê veşêre. Di encam hewldanên hiqûqî û testa DNA’yê malbata Yildiz cenazeyê Kurê xwe anîn Amedê.

Yildiz ê ku cenazeyê wî li Pirsûê hatibû veşartin, ji vir hate rakirin û birin Amedê. Cenazeyê Yildiz li Amedê ji aliyê malbat, welatiyan ve li Şehîdgeha Yenîkoyê hate veşatin. Di merasîm de HDP, BDP jî di nav de gele welatî jî amad bûn. Cenazeyê Yildiz bi merasîmekê li vir hate definkirin.

Piştre jî Rêveberê DBP’ê yê Amedê Rifat Ronî axivî û diyar kir ku wê hata dawiyê têkoşîna Yildiz bişopîni û xwedî lê derkevin.

Merasîm piştî axaftina bi dawî bû.

Malbata Yildiz ê li Lice ya Amedê jidayik bibû li Edeneyê dijîn. Ji bo rojekê wesyata kurê xwe ku bi cih bîne tin di nava têkoşînê de bûn. Di encama têkoşîna mezin a malbatê de cenazeyê kurê xwe anîn Amedê. Yildiz dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê giran bû dibistan xwe ya li Eskîşehîrê dixwed hêla beşdarî nava refên YPG’ê bû, li Miştenûr a ku yek ji cihê herî zêde berxwedan lê hate kirin jiyana xwe ji dest da.