'Yên li dijî faşîzmê bin wê li ber tecrîdê jî rabin'

Gerîlayê PKK'ê Cemal Amed got, yên ku dibêjin ew li dijî faşîzmê ne lê li pêşberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng in, di nava rewşeke nehevgirtî û xapînok de ne.

Gerîlayê PKK'ê Cemal Amed bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana li dijî tecrîdê ji ANF'ê re nirxand.

Amed got, ji bo her kesên dixwazin bi rengekî azad û bi rûmet bijîn wezîfeya bingehîn e ku di sala 21'ê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bi temamî têk bibin.

Amed bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku komplo ne tenê li dijî gelê Kurdistanê her wiha li hemberî gelê Tirkiyeyê jî hatiye kirin û got, "Azadiya gelê Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê li ser bingeha yekîtiya stratejîk nirxand û bi têkoşîneke mezin komplo bê bandor kir, qels kir, parçe kir. Divê ev rastî were dîtin."

Gerîlayê HPG'ê Cemal Amed diyar kir, dewleteke faşîst mêtinger a dijminatiyê û qirkirinê li Kurdan dike, jê nayê ku ji bo civaka xwe -civaka Tirkiyeyê- azadîparêz û demokratîk be û wiha dewam kir: "Di heman demê de yên ku dibêjin ew li dijî faşîzmê ne lê li pêşberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng in, bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re têkiliyeke xurt danîne, tevlî têkoşîneke hevpar nabin, di nava rewşeke mezin a hevnegirtî û xapînok de ne. Civak û gelê Tirkiyeyê ku şerê taybet ê Tirk bi rêbazên taybet li ser tê meşandin, di vê mijarê de bi jehra neteweperestiyê tê jehrkirin."

Amed işaret bi pêngava berxwedanê kir ku bi grevên birçîbûnê dest pê kiriye û got, "Wezîfeyeke dîrokî û bingehîn a rewşenbîr, hêzên demokratîk û sosyalîst ên Tirkiyeyê ye ku hîn bi xurtî xwedî li pêngava berxwedanê derkevin û hîn bi hêz tevlî têkoşîna li dijî faşîzmê bibin."

Di dewama axaftina xwe de Amed, Leyla Guven, berxwedêrên zindanan û çalakgerên greva birçîbûnê hemû silav kir û ragihand, pêşengên vê pêngava şoreşgerî ya mezin wê berxwedanê teqez bi ser bixînin û ji hemûyan re serketin xwest.

Amed anî ziman, pêngava berxwedanê ya bi dirûşma "Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" pêk tê, dewama berxwedêriya 14'ê Tîrmehê ye, lewma gelekî watedar û bi lehengî ye.

Amed got, "Berxwedana li dijî faşîzmê divê li her qada jiyanê bi rengekî topyekûn be" diyar kir, hilweşandina dîwarên Îmraliyê şertê jiyaneke bi rûmet, azad û mirovbûnê ye.

Gerîla Cemal Amed diyar kir, berxwedana bi vê hişmendî û biryardariyê li gel berxwedêrên greva birçîbûnê, wê faşîzmê teqez têk bibe.