‘Yên ji şer re budçeyê vediqetînin, ji xwekuştinan berpirsyar in’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê diyar kir ku kesên ji şer re budçeyê vediqetînin, berpirsyarên xwekuştinan in.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li dijî tayînkirina qeyûman û întîharên dawî yên zêde bûne, li Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên sendîkayan û endamên platformê amade bûn. Orhan Îlim daxuyanî xwend û wiha got: "Mixabîn di welatê me de van 10 rojên dawî de li ser hev mirov xwe dikujin.. Pêşîye 7’ê Mijdarê de li Stenbolê 4 xûşk û birayan bi sîyanurê xwe kuştin. Hat ragihandın ku deynê malbatê pir zede bûye, 8 meh in nikarin kirêya mala xwe bidin. 2 roj şûnde îcar li Entalyayê tevî 2 zarokên xwe 4 kes, û hefteyek şûnde dîsa li Stenbolê tevî zaroka xwe 3 kes li mala xwe de mirî hatin dîtin.”

Îlîm, ani ziman ku 2 roj berî niha jî li Çınara Amedê mamosteye Esat Tarhan ji ber deynan xwe kuştiye.

Îlîm, da zanîn ku hejmarên ku TUÎK û wezaret li ser aborîyê parve dikin enflasyona rastî nîşan nade û wiha lê zêde kir: "Van tewişandinên medyayê jî wê negihêje armanca xwe. Bi rastî a ku mezin dibe bêkarî û sermayedar in. Li gor TUÎK’ê bêkarî 2.9’a zede bûye û gihiştîye ji sedî 14’yan. Ango di navbera salekê de 980 hezarî zede bûye û gihiştiye 4 mîlyon 650 hezarî.”

Îlîm, herî dawî bang kir û got: "Em nûnerên Platforma Ked û Aştîyê a Amedê, em bawer dikin ku jîyan û rumeta mirovahîyê li ser her tiştî ye. Şer, pevçûn, mirin çareserî nîne, çareserî îstîfaya hemû rêveberîya desthilatdariyê ye. Ji ber vê yeke, em bang li gelên xwe dikin ku li hemberî faşîzmê em werin ba hev û têkoşîna xwe geş bikin.”