Yekîneyên Tolhildanê li dijî lojmanên polîsan çalakî kirin

Komeke ku navê  'Yekîneyên Tolhildanê yên Ş.Çiyager - Ş. Zeryan'' li xwe kirî ragihand ku wan li Nisêbînê çalakiyeke çekdarî li dijî lojmanên polîsan kirine.

Yekîneyên Tolhildanê ku daxuyaniyeke niviskî dane diyar kirin,9'ê Cotmehê, Çarşemê, ''Saet 19.05'an li Nisêbînê ya Mêrdînê li taxa Barişê li dijî lojmanên polîsan çalakiyeke karîger pêk anîn.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Endamên me yên Yekîneyên Tolhildanê yên Ş.Çiyager -Ş. Zeryan bi çekên ferdî li lojmanên polîsan reşandin. Di encama çalakiyê de gelek polîs hatin kuştin û birîndar bûn. Lê hijmar ne zelal e.''

Bi berdewamî hate gotin eynî şevê li Nisêbînê, ''Qaseyên pereyan ên rejîma dagirker ên AKP'ê zincîra markêtan a A-101 kirine hedfa xwe''  û hate diyarkirin, ''Gelek markêtên A-101 hatin şewitandin û îmhakirin.''

Yekîneyên Tolhildanê gotin, ''Em endamên xelka tolhildanê ya berxwedanê diyar dikir ji Kobanê heta bi Sûrê, ji Sûrê heta bi Cizîrê, ji Cizîrê heta bi Nisêbînê û îro heta bi Rojava li her qadê,  û li her dever û her kêliyê parastina xwe bikin.''