Yekîneyên Tolhildanê li çar bajaran çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê li dijî hêzên desthilatê û nokerên wan li çar bajaran çalakî kirin. Yekîneyan gotin heta ku artêşa Tirk a dagirker ji Kurdistanê biqewirînin wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Yekîneyên Tolhildanê yên ku li çar bajaran çalakî kirin gotin, ''Heta ku TC û artêşa wê ya dagirker a faşîst ji Kurdistanê necehimin û neçin em ê nesekinin. Heta ku em encamê bigirin li her deverê em ê bêhnê li dijmin bisekinînin.''

Di daxuyaniyê de derheqê çalakiyên ku hatine kirin agahî hatin parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê 19'ê Cotmehê li Îpekyolu ya Wanê du kepçe û mekîneyeke kar a qeyûm hatine şewitandin.

11'ê Cotmehê jî li Bostanîçî ya Wanê li dijî klûbeya nobetê ya qereqola polîsan çalakî hatiye kirin, polîsek hatiye bêkêrkirin û yek jê birîndar bûye. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin çapameniya şerê taybet polîs xwe kuştiye lê ev ne rast e.

Bi berdewamî hate diyarkirn 17'ê Cogtmehê li xaçerêya Farqîn-Êlihê li dijî mînîbûsa cerdevan û keşkeran û wesayita Fort Connectê çalakiya sabotajê hatiyek kirin û şewitandin.

Yekîneyan Tolhildanê diyar kirin 19'ê Cohmetê li Nexweşxaneya Cîhanê ya Êlihê li dijî nobedarê artêşa kirêkirî çalakî kirine.

Herî dawî hate diyarkirin 15'ê Cotmehê li Edeneyê xebatên pankart, nivîsandin û stîckerê hatine kirin, li di cihan bi bombeya deng ya bi destan çêkirî çalakî dijî markêtên faşîstan hatine kirin û ziyana madî gihaye markêtan.