Yekîneyên Tolhildanê li Êlihê çalakî li dar xistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed/Şehîd Sakîne Cansiz agir berdan du wesayitên şaredariya qeyûm û diyar kirin ku wan hin firoşkarên narkotîkê ceza kirine.

Di daxuyaniya yekîneyê de hate ragihandin ku di navbera 11 û 15'ê Cotmehê de li Êlihê hin rêze çalakî hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên hatin lidarxistin ev agahî hatin parvekirin:

"15'ê Cotmehê li nêzî otogara navendî ya Êlihê otobuseke qeyûm hate şewitandin.

14'ê Cotmehê li navbera Êlih-Qûbînê du makîneyên kar hatin şewitandin.

14'ê Cotmehê li taxa Hîlalê ya Êlihê li pênc nuqteyan bi agir nivîs hate nivîsandin. Yekîneya me ya xweparastinê dest li polîsên sivîl werdan ên hatin taxê, camê wesayitekê hate şikandin û xisara madî lê bû.

13'ê COtmehê li Baglar a Êlihê du kesên ku narkotîk difirotin ji aliyê yekîneyên me ve hatin cezakirin.

12'ê Cotmehê li taxa Belde ya Êlihê yekîneyên me yên xweparastinê demekê tax kontrol kirin, propaganda kirin, afîş daliqandin û meşek pêk anîn. Bi fîşekên hewayî dest li wesayitên zirxî hate werdan û xisar li dijmin bû.

12'ê Cotmehê li navenda Êlihê kesekî ku bi navê partiyê ji bo şexsê xwe hewl dida maliye kom bike, hate cezakirin.

11'ê Cotmehê li taxa Saglikê ya Êlihê nivîs hatin nivîsandin, afîş hatin daliqandin."

Hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna şehîd Çekdar Amed, Dilovan Kobanî û Ronahî Rûken hatin lidarxistin.