Yekîneyên Tolhildanê bang li gelê Kurd kirin

Yekîneyên Tolhildanê têkilî îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin, ''Her Kurdek û yekîneyên tolhildanê divê berpiryariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.''

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehît Sakîne Cansiz, Şehîd Savaş Amed, Şehîd Baran Dersim bi daxuyaniyeke niviskî têkilî îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin, ''Hê ti agahiye li ber destê me nîne ku nûçeyên navborî piştrast bikin lê em pê dizanin ku dewleta çete ya Tirk bi vê hewldanê ye.''

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî hevdîtina bi telefonê ya Rêberê Gelê Kurd a bi malbatê re ku 27'ê Nîsana 2020'an pêk hatibû, ti hevdîtine dî nebûye û vê jî nêzîkatiya dewleta Tirk a li Rêberê Gelê Kurd careke dî nîşan daye.

Yekîneyan bi bîr xist fikarên gelê Kud û derdorên demokratîk ên navnetewî yên têkilî jiyan û tendiristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûye li gel vê jî serlêdanên hevdîtinê bi rengekî derhiqûqî nehatine qebûlkirin, dewleta Tirk piştî ku li Garê li bara gerîlayên azadiya Kurdistanê şikestiye, ji bo ku tola vê hilîne îhtîmal e ku bixwaze beriya Newrozê ku ji bo Kurdan sembola azadiyê ye, serî li alçaxiyeke wiha dabin û hate gotin, ''Li gel hemû zext û zordarî, girtin û hewldana şikandinê jî, ji bo ku gelê Kurd li ber dewleta çete ya Tirk serê xwe netewandiye, bi rengekî bêperwa êrîş dibin ser Rêber Apo ku ev gelê berxwedêr afirandî û azaweriya têkoşînê dide gleê Kurd. Li gor xwe dixwaze rêça Newrozê ya 2571 salî dixwazin li Kurdan bikin jehr.

Êdî dewleta çete ku dixwaze desthilata xwe bidomîne nikare bi devereke dî ve bireve. Em bi sedan zarên Kurd ên leheng ku ji bo Rêber Apo bedena xwe dane ber êgir, bi çalakiyên fedayî metrpolên Kurdistanê û Tirkiyê dane ber êgir bi bîr dixin.''

Yekîneyan bi berdewamî gotin, ''Rêber Apo ji bo Kurdan rizgariya ji koledariyê, meşa ber bi azadiyê ve ye. Rêber Apo tê maneya gelê ku nediwêrî bibêje Kurd e lê niha ji bo azadiyê li ber xwe dide. Ên ku Rêber Apo tenê weke şexsekî dibînin, bi hîsên xwe yên riziyayî tevdigerin. Ji ber vê sûcekî li dijî Rêber Apo ji bo gelê me û yekîneyên tolhildanê dibe sedema ku bibin gilokeke êgir û dijmin bişewitînin.''

Yekîneyên Tolhildanê bi domdarî wiha gotin:

''Tendiristiya Rêber Apo tendiristiya me, azadiya wî azadiya me ye .Ji ber vê, divê dewleta Tirk a faşîst hişê xwe bide serê xwe, dev ji rastiya wan nûçeyan biqerin, gotegoteke wiha jî li nav Kurdan wê rê li hêrseke çawa veke dive bibîne. Aqilê çete ku hewl dide Kurdan û Rêbertî bi hînkirinê razî mirinê bike, heke sûcek bibe, ji walî heta bi qeymeqam, dadger, dozger, polîs, rêveberên partiya desthilatdar, hemû berfermanbarên faşîstmê wê bibin hedefa gelê me yê welatparêz û yekîneyên me yên tolhildanê. Dema ku mijar jiyan û tendiristiya Rêber Apo be ti hêz wê nikaribe hêrsê bisekinîne.

Berdela xwe çi dibe bila bibe çi tiştê ku dewletê bi bîr bixe wê bibe hedefa yekîneyên me yên tolhildanê. Em dengê xwe li dewleta çeta ya Tirk dikin; beriya ku bike xafilbûneke wiha, demildest têkilî tendiristî û jiyana Rêber Ap bi rêya parêzer û malbatê divê daxuyaniyek ji gelê Kurd re were dayin. Heke hevdîtin nebe û daxuyanî neyê dayin, li ser nûçeyên di çapmeniyê de wê tevger çêbibe.''

Yekîneyan herî dawî got, ''Ji ber vê her Kurdê xwedî rûmet û yekîneyên me yên tolhildanê divê hedefa xwe diyar bike, di rewşeke pêkan de, bêyî dudilî divê berpirsyariya xwe ya dîrokî, sincî û rûmetê bi cih bîne.''