Yekîneya Tolhildanê ya YPS’ê li Bismilê li avahiya AKP’ê da

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Şêxmûs Tendûrek a YPS’ê bi molotofan li avahiya AKP’ê ya navçeya Bismilê ya Amedê da.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Şêxmûs Tendûrek diyar kir ku di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran de’ wan li avahiya AKP’ê ya li navçeya Bismilê dane.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Endamên yekîneya me di 29’ê Hezîranê de bi şev li ser Rêya Zîraatê ya Bismilê Amedê bi molotofan li avahiya AKP’ê ya li navçeyê da. Endamên yekîneya me ji çend aliyan bi molotofan li avahiyê dan. Di vê çalakiyê de avahiya AKP’ê hate asta ku êdî nikare were bikaranîn.”

Yekîneya Tolhildanê ya YPS’ê got ku “AKP avahiyên bajêr û walîtiyên mêtingeriyê wekî biryargeha şer bi kar tîne û hemû saziyên dewletê ji bo îmhakirina Kurdan dide xebitandin. Em careke din diyar dikin li ser axa Kurdistanê em ê nehêlin ku çeteyên AKP û MHP’ê û hevalbendên wan bijîn.”