Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Mordem li Amedê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Mordem a ku li Amedê dijî hêzên dewletê û kesên madeyên tiryakê difiroşin çalakî kir û got: “Wê tim di hedefa me de bin.”

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Mordem di derbarê çalakiyan de ev agahî dan:

“Yekîneya me 5’ê Hezîranê li derdora seat 01:30'ê şevê, li dijî wesayîta zirxî ya çeteyên dagirker a li ser Rêya Melîk Ahmet a girêdayî navçeya Sur a Amedê digeriya, bi bombeyên bi bandor çalakiyek kirin. Di çalakiyê de yekîneya me derbeke serkeftî li wesayîta zirxî ya çeteyan daye. Piştî çalakiyê polîsan tax dorpêç kirin, lê belê yekîneya me bi silametî ji herêmê dûr ketiye. Heta serê sibehê helîkopter li ser navçeya Sur a Amedê geriya lê tiştek bi dest nexistin.

Li Taxa Ziya Gokalp a girdayî navçeya Sur a Amedê, yekîneya me 5’ê Hezîranê li derdora seat 01:45’ê şevê, bi bombeyên destan li dijî mala bi navê Xanimê ya ku weke navenda kimyayî yên tiryakiyan tê dîtin û madeyên tiryakî lê difiroşe, çalakiyek kirin, derî û pencereyên malê teqiyan. Tirsek mezin bi firoşkarên tiryakê re çêbû. Yekîneya me bi silametî ji herêmê dûr ketin.''

‘ÇALAKIYÊN ME WÊ DI XETA RADÎKAL DE BIDOME’

Yekîneya Tolhildanê, bal kişand ser ku ev çalakî bersiveke li dijî êrîşa ser mitînga HDP’ê ya Amedê û wiha got:

“Li aliyê din polîtîkaya rejîma faşîst a AKP-MHP a li ser ciwanên Kurd li ber çavan e.

Li aliyek din ciwanên Kurd ên ji ber ku mizuka Kurdî guhdar dikin tên qetilkirin, li aliyek din qitilkirina bi fîzîkî dikin, dixwazin bi awayek fikirî jî qetil bikin. Ciwanan ber bi madeyên tiryakê ve dikişînin. Piştre jî qala aşitî û biratiyê dikin. Em fedayiyên Kurd û Kurdistanê vê biratiyê red dikin û napejirînin!

Çalakiyên me wê li ser xeta radîkal bidome û çalakiyên me wê li dijî hemû sazî, çêker û kesên girêdayî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê berdewam bikin.”