Yekîneya Tolhildanê: Me li Amedê sîxurek ceza kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz ragihand ku wan li Amedê polîsekî sîxur bi çekê ceza kirine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz daxuyaniyek weşand û ragihand ku 10'ê Adarê li navçeya Bismilê ya Amedê çalakiyek kirine û polîsekî sîxur ceza kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîsê sîxur ku hewl dida ciwanên me bike sîxur û xwe weke 'Demhat' dida naskirin, bi çekê ji aliyê yekîneyên me ve hate cezakirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Çiyager Hêvî hate lidarxfistin ku 12'ê Adara 2016'an li navçeya Sûrê ya Amedê di berxwedana dîrokî ya dijî dijmin de destan nîvîsî."