Yekîneya Tolhildanê li Amedê du çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Aemd li hemberî hêzên dewletê û wesayîtên wê çalakî li dar xist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li hemberî tecrîd û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî polîsan çalakî li dar xist.

Di daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê de ev tişt hate diyarkirin:

“AKP û MHP’ya faşîst heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî neke, wê li her derê çalakiyên me bidome.

Hêzên me di 6’ê Kanûnê de li Bayramoglûya Amedê bombeyên bi destan hatine çêkirin avêtine polîsan. Di çalakiyê de polîs birîndar bûne lê hejmara wan nehatiye zelalkirin.

Li Selahattîn Eyyûbî ya Dîclekentê jî wesayîta bi markaya opel a peywirdarekî artêşa Tirk hatiye şewitandin.”