Yekgirtûyê ji ber dagirkeriyê parlemento boykot kir

Rûniştina asayî ya Parlementoya Herêma Kurdistanê bi boykotê dest pê kir. Yekgirtûyê nerazîbûn nîşan da ku, çima dagirkeriya Tirkiyeyê nayê rojevê û rûniştin boykot kir.

Îro li parlamentoya Herêma Kurdistanê rûniştina asayî dest pê kir. Civîn bi aloziyê dest pê kir. Koma Yekgirtûya Îslami civîn boykot kir.

KomaYekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji ber nebûna bernameya parlamentoyê ya di derbarê dagirkerina li ser xaka Başûrê Kurdistan û ji ber mûçeyan civîn boykot kir. Li ser vê yekê serokê Koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Ebubekir Heledinî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ebubekir di daxuyaniya çapemeniyê de got; “Di demeke ku welatên biyanî leşkerên xwe dikêşin nava xaka Herêma Kurdistanê, av li ser welatiyan hatiye girtin û nirxê her bermîlek yê neftê bi 77 dolar û zordarî berdewam dike. Serokatiya parlamentoyê bê serokên koman bernameya ji bo rûniştina îro çêkiriye. Divê bernameyê de behsa ti xalekê nehatiye kirin ku ji bo welatiyan pêwîst e.”Her wiha Ebubekir got ku zêdetirî 55 roj in li ser vê dema parlamentoyê re derbaz dibe û ti civînek nehatiye lidarxistin. Ebubekir wiha dewam kir; “Destpêkê jî serokatiya parlamentoyê biryar dabû ku di yekemîn rûniştina parlamentoyê de reform di aliyê mûçe de çêbike, lê îro di proje û bernameya parlamentoyê de ev yek nîne. Ji bo vê em vê civîna îro boykot dikin.”