Yekgirtû ji hikûmetê vekişiya

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdisanê ji hikûmetê vekişiya.

Komîteya Navenda Yekgirtû piştî civîna lidar xistî û şûnde di civîna çapameniyê de Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Selahaddîn Behyaddîîn axivî û diyar kir ku partiya wan ji hikûmetê vekişiya ye.

Bahaddîn wiha got: “Piştî civîna me bi hikûmetê re lidar xist û şûnde me fêm kir ku hinek daxwazên me yên bingehîn bi cih nayên. Ji ber vê yekê di civîna me ya îro de bi piraniya dengan biryara vekişîna ji hikûmetê hate girtin.”