Yekê Mijdara 2014'an li Kobanê

Dema mirov behsa berxwedana Kobanê dike mirov radiweste û bêdeng dibe. Ji ber ku gelek şervan niha ne li vir in. 

Roja 1'ê Mijdarê, mirov li çar aliyên cîhanê rabûn ser piyan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Gelo mirovên wê wextê di nava berxwedana Kobanê de bûn çi difikirîn. Piştgiriya ji wan re dihate dayin, dihate çi wateyê? Bi vê nivîsê re dixwazim çend kêliyên wê wextê bi we re par ve bikim.

Weke rojnamevanan me zanîbûn ku mirov wê li çar aliyên cîhanê ji bo Kobanê dakevin qadan. Me dixwest, em nêrîna şervanen YPG û YPJ'ê ya li çeperên şer bigirin. Ji xwe dema em diçûn gel şervanan, bûbû weke çandekê ku ji me dipirsî bê li cîhanê çi diqewime. Ji ber ku derfetên wan ên TV, radyo, elektrîk û telefonê tine bûn. Tenê bi rêya me hin agahî digirtin. 

Wê rojê jî piştî 45 rojên berxwedanê agahiyek xweş ji me girtin. Agahî jî ev bû; 'mirovên li we difikirin hene û ji bo berxwedana we daketine qadan'. Gotina şervanekî qet ji bîra min naçe. Li hevalê li kêleka xwe nihêrî got, "Xuya ye hê mirovahî heye. Ji xwe em jî li vir ji bo hemû cîhanê li dijî hovan li ber xwe didin."

Dengê guleyan ji her derê dihat. Koma em li gel bûn, ax dixist kîs ku çeperên xwe pê zexm bikin. Min wêneyekî wan kişandibû, ku şervanên di wêne de xuya dikin şehîd bûne. 

Lewma dema mirov behsa berxwedana Kobanê dike mirov radiweste û bêdeng dibe. Ji ber ku gelek şervan niha ne li vir in.