Yek ji sedî yê nifûsê wê bê girtin

Hejmara girtîgehên li Tirkiyeyê 445 derbas kir. Bi temambûna yên tên çêkirin re digihêje kapasîteya 800 hezar girtiyî. Ev jî tê wê wateyê ku her yek ji 100 kesî wê bê girtin.

Girtîgehên ku di nava 18 salan de hatine çêkirin û yên plana çêkirina wan tên ikrin, polîtîkaya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan û hêzên muxalîf radixe pêş çavan.

Hejmara zelal a girtiyên li Saziyên Ceza û Înfazê yên Tirkiyeyê heta Cotmeha 2019'an baş nayê zanîn. Piştî ragihandina Rewşa Awarte, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ye, mewzûatek hate amadekirin û bi vê mewzûatê pêşî li saziyên sivîl, parêzvan û rêxistinên mafên mirovan hate girtin ku nikaribin agahiyan li ser rewşa girtî û girtîgehan werbigirin. Li aliyê din Midûriyeta Giştî ya Saziya Ceza û Girtinê (CTE) ya Wezareta Edaletê, agahiyên statîstîkî demeke dirêj bi rêk û pêk diweşand, lê belê salên dawî dest ji vê yekê berdan. Li malperên înternetê yên Midûriyeta Giştî ya CTE'yê, ji bilî agahiyên li ser ragihand û mewzûata têkildarî girtîgehan, daneyên hejmarî li ser girtiyan nîne. Li malpera înternetê ya Wezareta Edaletê, daneyên herî dawî yên hatine weşandin di 2'ê Cotmeha 2018'an de hatine weşandin. Midûrê Saziyên Ceza û Girtinê Şaban Yilmaz di 31'ê Cotmeha 2018'an de li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ragihand ku hejmara girtiyan 258 hezar û 660 kes in.

HEJMARA GIRTÎGEHAN

Dema ku mirov bala xwe bidin ser daneyên rêxistinên sivîl, tê dîtin ku hejmar ji daxuyaniyên saziyên dewletê gelekî zêdetir e. Hejmara girtîgehên Tirkiyeyê heta 1'ê Tîrmeha 2020'an gihîşt 445 girtîgehan. Tîpên girtîgehan jî A, B, C, D, E, F, H, K, L, M, R, S, T û bi ewlekariya bilind in.

KAPASÎTEYA HEYÎ Û ARMANCA HATINE DANÎN

Di malpera înternetê ya Midûriyeta Giştî ya Saziya Ceza û Girtinê de tê gotin ku 9 jê jin, 7 jê zarok bi giştî 282 girtîgehên girtî hene. 7 jê jin, 4 jê zarok 163 girtîgehên vekirî jî hene. Bi giştî 445 girtîgeh in. Ji bo kapasîteya wan jî tê gotin ku ji bo 236 hezar û 755 kesan e. Piştî ku qadên vala yên girtîgehan û projeyên hîn tên çêkirin lê bê zêdekirin, kapasîteya heyî wê bigihêje 800 hezar kesî. Ev jî tê wê wateyê ku li gorî nifûsa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her yek ji 100 kesî wê bê girtin.

GIRTÎGEHÊ LI KURDISTANÊ

Di malpera înternetê ya CTE'yê de tê gotin ku heta 1'ê Cotmeha 2019'an li Kurdistanê 87 girtîgeh hebûn. Tevî malpereke înternetê ya hemûyan heye, agahiyên li ser hejmara girtiyan û girtîgehan nehatiye weşandin.

Hejmar û tîpên girtîgehên li Bakurê Kurdistanê wiha ne:

* 7 Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind (Dîlok Tîpa H, Erzîrom Tîpa H, Amed Tîpa D, Xarpêt Hejmara 1'ê, Xarpêt Hejmara 2, Wan Tîpa F û Wan bi Ewlekariya Bilind)

* 51 Girtîgehên Girtî

* Girtîgehek Girtî ya Zarok û Ciwanan (Amed)

* 2 Girtîgehên Jinan (Amed, Xarpêt)

* 6 Girtîgehên Girtî yên bi Tîpa A (Dîlok Nîzîp, Riha Wêranşar, Dersim, Erzîrom Xinûs, Agirî Bazid, Wan Erdîş)

* Girtîgeheke Girtî ya bi  Tîpa B (Îdir)

* 11 Girtîgehên Girtî yên bi Tîpa E (Dîlok, Semsûr, Amed, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Xarpêt, Erzîrom, Meletî, Mûş, Bedlîs)

* 5 Girtîgehên Girtî yên bi tîpa K (Dîlok, Araban Semsûr Golbaşi, Xarpêt Dep, Xarpêt Keban, Erzîrom Xorasan)

* 3 Girtîgehên Girtî yên bi tîpa L (Dîlok, Kîlîs, Agirî Patnos)

* 5 Girtîgehên Girtî yê bi tîpa M (Mêrdîn Mîdyat, Êlih, Çewlik, Agirî, Wan)

* 15 Girtîgehên Girtî yên bi tîpa T ( Dîlok Îslahiye, Dîlok Nîzîp, Riha Hejmara 1, Riha Hejmara 2, Riha Sêwereg, Amed Hejmara 1'ê, Amed Hejmara 2, Şirnex, Xarpêt, Erzîngan, Erzîrom Oltû, Erdexan, Qers, Agirî, Bazîd, Wan)

* Girtîgehên Girtî (Agirî, Colemêrg)

* 28 Girtîgehên Vekirî

- 9 girtîgehên vekirî yên ser bi van girtîgehan (Îslahiye, Nîzîp, Kîlîs, Mîdyat, Şirnex, Erzîngan, Çewlik, Erdexan, Agirî)

- 19 Girtîgehên Vekirî yên bi serê xwe (Dîlok, Şehîtkamîl, Semsûr, Riha, Kaniya Xezalan, Sêwereg, Amed, Sêrt, Meletî Doganşehîr, Xarpêt Sîvrîce, Xarpêt Girtîgeha Kampusê, Erzîrom, Erzîrom Dûmlû, Erzîrom Narman, Bedlîs, Qers, Patnos, Bazîd, Wan, Wan Erdîş) û Mala Perwerdeyê ya Zarokan a Xarpêtê

* Li Bakurê Kurdistanê her wiha li Xarpêt û Amedê du kampus hene.

Sibe: Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan û pirsgirêkên girtiyan