YBŞ: Gefên dewleta Tirk tê wateya fermanên nû

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got: “Em derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê bûne.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê di daxuyaniya nivîskî parvekirî de destnîşan kir ku YBŞ bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê îspat kiriye ku yekane hêza parastina gelê Êzidî ye. Dîsa YBŞ’ê got: “Gefên dewleta Tirk hewldaneke faşîzmê ye û tê wateya fermaneke nû.”

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

‘YEKÎNEYÊN BERXWEDANA ŞENGALÊ HÊZA CIVAKA ÊZIDÎ YE’

“Yekîneyên Berxwedana Şengalê ji 3’yê Tebaxa 2014’an û vir ve weke hêza parastina gelê Şengalê xwe bi rêxistin kiriye û ji bo bûna bersiva fermanê li dijî dijminê mirovaniyê DAIŞ’ê şerekî bê hempa kiriye. Li gel pêşîgirtina qetlîamên li ser gelê Şengal, gel jî rêxistin kiriye. Ji roja destpêkê ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye û bi sedan şehîd dane, li dijî DAIŞ’ê bi pêngavên dayî destpêkirin, daye îspatkirin ku yekane hêza parastina civaka Êzidî ye.

‘YBŞ DI TÊKBIRINA DAIŞ’Ê DE XWEDÎ ROLEKE MEZIN E’

Tevî guhertina û veguhertina dengeyên gelek hêzan, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) herêmên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirî ji bo gel bi ewle û aram bi cih bibin kedekî mezin daye. Bê ku bimîne di bin bandora hêzeke siyasî de bûye yek ji hêza ku ji hemû rengên cuda yên gelan di nav de bi cih bibe ye. Rastiyeke ku nayê gotûbêjkirin ku rol Yekîneyên Berxwedana Şengal a têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ya ji Iraq û bi taybet Şengalê. Ji roja yekem a avabûna Yekîneyên Berxwedana Şengalê weke prensîb bi Iraqê re di nava diyalogê de û li gel koalîsyona neteweyî ewlekariya civaka Êzidî û çareserkirina pirsgirêkên wan ji bo xwe esas girtiye. Li gel bûyerên dawî yên rû didin, li ser yekpareyiya xaka Iraqê di çarçoveya projeya parastina sînorê xaka Iraqê de ya ji aliyê artêşa Iraqê ve hêzên me rêzehevdîtin pêk anîne. Li ser êrîşên DAIŞ’ê ya li ser Iraqê û fermana li ser civaka Êzidiyan hate kirin, ji bo bûna bersiva wê Yekîneyên Berxwedana Şengal a hate avakirin, nêzî 70 km xaka ji sala 2014’an ve azadkirî û di bin kontrola wan de ye, di çarçoveya hevdîtinên li ser sînorê Iraq-Rojava, radestî hêzên artêşa Iraqê hatiye kirin.

‘DERBASÎ PÊVAJOYEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ DIBÎN’

Heta niha hemû keda hatiye bidestxistin vala neçûye, berovajî wê hê bi hêztir derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê bûye. Di vê pêvajoya têkoşînê de ku gelê me, hêzên demokrasî û azadîxwaz piştgirî dayî me spasdariyên xwe pêşkêşî wan dikin. Em ê heta dawî têkoşînê bidomînin.

‘GEFÊN DEWELETA TIRK TÊ WATEYA FERMANÊN NÛ’

Gefên dewleta Tirk li herêmê rê li ber hewldanên faşîzmeke nû vedike û ji bo gelên herêmê tê wateya fermaneke nû. Em van daxuyaniyên ku ti eleqeya xwe ne bi yekpareyiya xaka Iraq û ne jî bi serbixweyiya wê re nîne, bi tu awayî napejirînin. Divê têkildarî Tirkiyeyê hemû cîhan û raya giştî dengê bilind bikin, da ku bûyerên wekî yên berê li Şengalê pêk neyên.”