YBŞ: Em ê îradeya azad a gelê xwe bi her awayî biparêzin

"Yekane hêza ku li ser paşeroja Şengalê xwedî mafê gotinê ye, îradeya azad a civaka me ya Êzidî ye. Çawa ku me heta roja îro ev îrade parast, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê ji niha û pê ve jî biparêzin."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), li ser rewşa dawî ya li Şengalê û pozîsyona hêzên xwe daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, yekane hêza ku li ser paşeroja Şengalê xwedî mafê gotinê ye, îradeya civaka Êzidî ye û hat gotin, wê di nava her şert û mercî de vê îradeya civaka xwe biparêzin.

Daxuyaniya YBŞ'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hêzên YBŞ û YJŞ’ê, piştî rabûna fermana sala 2014’an, di berdêla dayina şehadet û keda mezin de, weke hêza xweparastinê ya gelê me, parastina Şengalê kirin. Weke YBŞ û YJŞ’ê, me kontrol û asayîşa Şengal û derdora wê, bi dayina berdêlên giran, pêk anîn. Bi hesasiyeteke mezin, me hewl dan ku bi hêzeke êrîşî me nake re şer nekin.

Weke YBŞ û YJŞ, em pozîsyona xwe ya heyî diparêzin. Çeperên me bi heman rengî li şûna xwe ne. Di vî warî de ti guhertin nîne. Di dema fermanê de çawa ku me li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dagirker axa xwe ya pîroz parastin, îro jî em ê bi heman biryardariyê gelê xwe biparêzin.

Me heta roja îro hewl dan, hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û lihevkirina demokratîk çareser bikin. Em di wê baweriyê de ne, ku pirsgirêka gelê me yê Şengalê jî bi konsensuseke hevpar û diyalogê dikare çareser bibe.

Lê belê, kî çav berde vê axa ku bi ked û şehadetên mezin hate rizgarkirin, wê li bin guhê berxwedana bêhempa ya vî gelî bikeve. Yekane hêza ku li ser paşeroja Şengalê xwedî mafê gotinê ye, îradeya azad a civaka me ya Êzidî ye. Çawa ku me heta roja îro ev îrade parast, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê ji niha û pê ve jî biparêzin.

Gelê me ku heta roja îro li gel me cih girt û li pêşberî hemû zehmetî û astengiyan xwe ji dayina berdêlan venegerin, wê ji niha û pê ve jî bi YBŞ’ê re tevbigere û paşeroja xwe ya demokratîk û azad ava bike."