YBŞ'ê êrîşa li Şengalê ya li dijî 2 sivîlan şermezar kir

"Divê ji aliyên herkesî ve ev tişt bê zanîn ku YBŞ bi van êrîşan wê ti carî neyê sekinandin, afirandina hişyarîbûyîna civakê û meşa azadiyê wê neyê asteng kirin û divê dest ji van tiştên bê exleqî û siyaseta rezîl a şerê taybet berdin."

Fermandariya YBŞ'ê têkildarî kampanya reşkirinê û îdîayên çapemeniya PDK'ê yên li ser êrîşa li hemberî 2 bazirganên li herêma navbera Xanesorê û Sinûnê, ku YBŞ û HPG weke berpirsyarê bûyerê nîşan dida, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YBŞ'ê de wiha hate gotin: "Hin derdorên ku têkoşîna YBŞ'ê û hişyarbûyîna civakê derxistî holê hezm nakin, bi agahiyên nerast, ji dûr ve dixwazin YBŞ'ê reş bikin. Bi vî awayî dixwazin li ber pêşketina YBŞ'ê û bandora wê ya li ser civakê re astengiya derxînin.

Duh danê sibehê, du welatiyên li qadeke tampon ya nêzî noqteya pêşmergeyan ku di navbera Sinûnê û Xanesorê de ye, hatin gulebaran kirin û ev yek jî bû mînakek qirêj a kiryarên antî-propagandaya li hemberî YBŞ'ê û xwestin vê bûyera qewimî bixin stuyê YBŞ'ê. Sûcdarê cînayeta Nazê Naîf yê ku sûcdarê wê eşkere ye ji aliyên pêşmergeyan nehatiye zelal kirin û ev propagandayên reş ê ku li hemberî YBŞ'ê tên kirin di aliyê gelê me û heqîqetê de ti wateyê xwe nîn e. Dîsa, di demên berê de welatiyekî bi navê Seîd Xwedêda Qasim ji aliyên pêşmergeyan ve li pişt Xanesorê hatibû kuştin û ev komkujî hatibû nixumandin. Niha jî heman tiştê dîsa dikin û ji niha de ketine helwesta panîk û telâşa vî tiştî. Divê ji aliyên herkesî ve ev tişt bê zanîn ku YBŞ bi van êrîşan ve wê ti carê nayê sekinandin, afirandina hişyarîbûyîna civakê û meşa azadiyê wê nayê asteng kirin û divê dest ji van tiştên bê exleqî û siyaseta rezîl a şerê taybet berdin."
 
Daxuyaniya YBŞ'ê wiha dewam kir:

"Duh danê sibehê du bazirganên bi navê Faris Newaf Mihemed û Xidir Eziz Hesen ji aliyên kesên nenas ve hatin girtin û rastî êrîşeke çekdarî hatine. Piştî êrîşê Xidir Ezîz bi birîndarê xwe gihandiye noqteyeke YBŞ'ê, hêzên me mudaxaleya bûyerê kirine. Di êrîşê de welatiyên bi navê Faris Newaf yê ji Zumarê ye ruxmî giştî mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.  Xidir Ezîz rakirin nexwaşxaneyê û ji aliyên bijîşkên pispor ve tê derman kirin. Kesên ku navên wan derbas dibe ji êşîra Gergerî ne, taybet jî welatiya ku jiyana xwe ji dest daye di çepera Berxwedaniya Şengalê de wek pêşmergeyê YNK li gel me cih girtibû. Ji windahiya wî em gelek xemgîn in û em ji malbata wî re sersaxî dixwazin."

YBŞ'ê ragihand ku wê bûyerê bişopînin û got; "Heya roja îro em her tim li hemberî van bûyerên êrîşa li ser gelê xwe bûn, me qet van tiştan qebûl nekir û em nebûne perçeyeke van tiştan. Li hemberî van êrîşan bi awayekî hessas em ê berpirsiyarê vê bûyerê derxînin holê û heta dawî jî hesab pirs bikin. Wek YBŞ ti eleqe û têkîliyên me bi vê bûyerê re nîn e. Em vê êrîşê bi tund şermezar dikin.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyên hêzên ewlekariyê yên me ve tê meşandin, li gor îfadeyên destpêkê yên Xidir Ezîz daye, bûyer bi armanca dizî yê ye.
 
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî planên qirêj hessas û çav vekirî tevbigerin û divê di rewşeke guman de Asayîşa Êzîdxan û hêzên ewlekarî re peywendî deynin."