Yanliç: Di bin navê tûrîzmê de êrişî Çaviyên Mûnzûrê dikin

Endamê Platforma Parastina Hevselê Guner Yanliç diyar kir ku Çaviyên Çemê Mûnzûrê di bin navê turîzmê de bûne hedef û got, "Ji sala 1937’an ve piştî serhildana Seyîd Riza nêzî 80 sal in Dersim û erdnîgariya wê tê talankirin."

Li Kurdistanê deverên dîrokî û pîroz di hedefa dewletê de ne. Ji hêla dewletê ve di bin navên cuda de mudaxaleyî xweza û cihê pîroz tê kirin û tên talankirin. Niha jî Çaviyên Çemê Mûnzûrê di bin navê turîzmê de di hedefa delwetê de ne. Çaviyên Mûnzûrê weke ku ji navê wan jî diyar e, çavkaniyên destpêka çemê Mûnzûrê ne. Çemê Mûnzûrê li Dêrsimê di nav geliyekî kûr û dirêj de diherike û ji aliyê elewiyan ve pîroz tê qebûlkirin. Li gel pîrozî û nerazîbûnên elewiyan jî dewletê heta niha li ser vî çemî bendavên enerjiyê çêkirine û nirxên baweriya elewetiyê binpê kirine.

Ji bo mudaxaleyê walîtiya Dêrsimê, projeyeke sererastkirina çaviyan amade kiriye. Pîroziya elewiyan weke “qirêjî” hatiye qebûlkirin û ji bo vê jî armanca projeyê weke “tinekirina qirêjiya dîmenan” hatiye diyarkirin. Li gorî projeyê wê hinek pir, otoparq, ciyê kampan, pez serjêkirinê û seyranê bên çêkirin. Wê têketina çaviyan jî bibe bi pere û ti kes nikare bê pere serdana Çaviyên Çemê Mûnzûrê bike.

Çaviyên Mûnzûrê li navçeya Pulur a Dersimê ne. Li herêma çaviyan 40 çavî hene û bi xweşikahiya ya xwezayî balê dikişînin. Çavî ji bo geşt û guzariya Dêrsimê jî gelekî girîng in. Di mehên havîn û payîzê de bi hezaran kes ji bo seyranê diçin çaviyan û rojên xweş li vir derbas dikin. Ji ber ku hemû tiştên heyî xwezayî ne ger û geşta li vir niha bêpere ye lê heke proje pêk were dê êdî kes bi hêsanî nikaribe bê van çaviyan. Li gel hemû nerazîbûn û bertekên xelkê herêmê dibin dorpêça leşker û polîsan kemçe û makîneyên kar ên giran bi maşîneyên zirxî re ketin herêma çaviyan û bi dest talanê kirin.

Endamê Platforma Parastina Hevselê Guner Yanliç der barê mijarê de û pirojeyên li herêmê tên çêkirin axivî. Yanliç anî ziman ku ji sala 1937’an ve piştî Serhildana Seyîd Riza nêzîkî 80 sal e Dêrsim û erdnîgariya Dêrsimê bi talan, qirkirin, eko-qirkirin, qirkirina xwezayê re rûbirû ye.

‘DÊRSIM BI TALANÊ RE RÛ BI RÛ YE’

Yanliç da xayakirin ku erdnîgariya Dêrsimê di bûyîna eko-sîstemê de li Ewropayê ya duyemîn e û got: “Ev erdnîgarî ji salên 1990’î ve bi şewitandina daristanan pir ket rojevê. Bi hincetên weke ewlehiyê, şer û pevçûnan daristanên Dêrsimê hatin şewitandin. Hê jî tên şewitandin. Ligel vê tevî ku Dêrsim weke Parka Xwezayî û Qada SÎT hatiye îlankirin jî bi salan e bi rêya çêkirina bendavan bi talanekê re rûbirû ye. Her wiha bi armanca piştgiriya ji sermayeyê re li Dêrsimê bi sedan ruxsat dane sektora madenê. Daristan û xwezaya Dêrsimê bi van madenan jî rastî talan û hilweşînê tê.”

QADA PÎROZ YA DÊRSIMIYAN

Yanliç bilêv kir ku çaviyên ku ji bo Dêrsimiyan pîroz in, her wiha ji bo eko-sîstemê, tevahî zindî û ne-zindiyan pêwîst in, di bin navê turîzmê de bi êrîşan re rûbirû ne û wiha pê de çû: “ Bi taybet di 20 salên dawî de desthilatdariya heyî ku girîngiyê nade xwecihiyê, li dora maseyan çavkaniyan pêşkeşî sermayeyê dike. Ev mijar di çavkên Mûnzûrê de careke din derdikeve pêşberî me. Desthilatdarî bi madenan re dixwaze tevahî qadên ji rant û talanê re hatine vekirin, bike xizmeta sermayeyê.Çaviyên Dêrsimê yên tenê ne ji bo mirovan ji bo tevahî zindiyan çavkaniya jiyanê ne tevî ku hemû gel li hember derdikeve jî ji bo sermayedar dewlemend bibin di bin navê peyzajê de tên pêşkeşkirin. Îhaleya wê hat kirin. Destûr nayê dayîn gel û aktîvîst derbasî van qadan bibin. Hewldanên meşrûkirina talana li van deveran tên pêşxistin.”

‘DIVÊ NÊRÎNÊN GEL BÊN GUHDAR KIRIN’

Yanliç got ku em rast nabînin ku çaviyên Mûnzûrê, daristanên Dêrsimê û eko-sîstema wê were talankirin û bixin bin xizmeta sermayeyê. Yanliç bilêv kir ku divê desthilatdarî yan jî her kîjan sazî-dezgehê ev projeya çaviyên Mûnzûrê, daristanên Dêrsimê ji talanê re vekiribin, divê van projeyan paşde bikişînin û bi gelê herêmê, saziyên civaka sivîl re rûnin, nêrînên wan guhdar bikin.

‘DARISTAN BI HINCETA EWLEHIYÊ TÊN ŞEWITANDIN’

Yanliç destnîşan kir ku di van salên dawiyê de bi taybet li hemû bajarên Kurdistanê, li tevayî çiyayên xwedî daristan, bi awayekî daristan dişewitin, welatiyên mudaxeleyî şewatê dikin, tên astengkirin. Yanliç anî ziman ku wekî li bajarên mîna Îzmîr, Mugla, Rîze û hwd. deverên tên şewitandin dikin xizmeta sermayeyê û ev tişt got: “Bi taybet pergala sed salî ya ewlekarîperest ji Gabarê heta Dêrsimê, ji Agirî heta Çiyayê Mazî bi hinceta ewlekariyê daristanan dişewitîne, daran dibire. Desthilatdarî çawa nêzî mirovan dibe, bi heman rengî nêzî xwezayê jî dibe. Vê jî li ser esasê dewleta netewe li ser piyan bimîne, ev pergal bê temamkirin û sermaye bê xwedîkirin pêk tîne. Ji bo vê gelek argumanên weke şewitandin û hilweşandinê tên bikaranîn.”

‘JIYANA ZINDIYAN TINE DIKE’

Yanliç da zanîn ku çi li Gabarê çi li çiyayê Qazan tinekirina daristanan nayê qebûlkirin û wiha got: “Bi zanebûna ku nêzîkatiyeke wer wê tevahî jiyana zindiyan tine bike, pêwîst e desthilatdarî nêzîkatiya xwe ya têkildarî daristanan rast bike, polîtîkayên xwedî li eko-sîstemê û daristanan derdikeve biafirîne.”