Yagiz: Heta tecrîd hebe wê berxwedan bidome!

Greva birçîbûnê ya endamê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz, di roja 82’an de bi biryardarî didome. Tevî rewşa Yagiz giran e jî diyar dike ku heta tecrîd hebe, wê çalakiya xwe bidomîne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvegera a Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê didome di roja 82’an de ye.

Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz roj bi roj giran dibe. Di demên dawî de serêşî û hesasyetên li hember ronahî û deng zêde bûne.

Di aliyê tevgerînê de jî rewşa Yagiz giran bûye, di warê dîtinê de jî astengî êdî derdikevin û her diçe kîloyan li xwe kêm dike.

Yagiz bi biryardariyek xurt diyar dike ku wê çalakiya xwe heta tecrîd bi dawî bibe, bidomîne. Yagiz tîne ziman ku moral û coşa gel dihêle ku bedena wî astengiyan ji holê rake.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok a 20’ê Çileyê jî dabû destpêkirin di roja 22’an de ye. Tok diyar dike ku heta tecrîd bi dawî bibe û Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiya xwe bidomîne. Tok tîne ziman ew vê carê çi dibe bila bibe bi biryar in ku dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin.