'Xwezî min jiyana PKK’ê zûtir nas bikira'

Ji kûrbûna li ser xwe ya Sarînayê diyar dibe ku Sarîna li rastiya Rêber Apo, azadiya jinan hûr dibe û van rastiyan dipejirîne.

Sarîna Şervan (Mehnaz Hesen Xeleflo) bi azweriyeke zêde li rêya têkoşîna rast digere. Sarîna, sala 1997’an li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Êrîşên dijminê xwînxwar her çiqas dijwar bin jî, malbata Sarînayê di çanda Kurdî de israr dike. Bi vê yekê gelek bandor li Sarînayê dibe. Sarîna bêyî ku ji çanda xwe bêpar bimîne mezin dibe. Lewma gava Sarîna di nava pergala rejîma Îranê de mezin dibe, gelek rastiyên pergalê napejirîne. Sarîna her ku mezin dibe, pênaseya nakokiyên xwe zêdetir dike.

Sarîna dibîne ku jin ji rastiya xwe, Kurd ji dîroka xwe bêpar dimînin û di her kêliya jiyanê de gefên mirinê li wan tê xwarin. Êdî hew dikare xwe li ber van neheqiyan ragire dest bi gera li rêya derketina ji vê rewşê dike. Heta cihekî lêgerînên xwe dibersivîne, lê tê digihije ku ev ji bo xilasiyeke bingehîn ne bes e. Ji wê boneyê nema dikare bisekine û bêdeng bimîne. Bi azweriyeke zêde li rêya têkoşîna rast digere.

BERÊ XWE DIDE QADÊN AZAD

Sarîna sala 2012’an Tevgera Azadiyê nas dike. Dibîne ku cihê bikare ji nakokiyen xwe re bibe bersiv û têbikoşe, ew der e.Di sala 2014’an biryara tevlêbûnê dide û berê xwe dide qadên azad. Ango bi gotina Sarîna ‘Biryara jiyaneke bi rûmet’ dide.

Sarîna sala 2014’an perwerdeya xwe ya bingehîn li Xakûrkê dibîne û bi salan li heman qadê têdikoşe. Sarîna dema dest bi vê rêwîtiya azadiyê dike, gelek hevrêyên xwe yên têkoşînê nas dike û ji hevrêtiya PKK’ê bi bandor dibe. Her ku jiyanê nas dike û rastiyan pênase dike gelek xweziyên wê xwe didin pêş. Di dîtinên xwe de vê rastiyê wiha bi lêv dike û dibêje; “Xwezî min jiyana PKK’ê nas bikira û tev lê bibûma û rojek jî be zêdetir li qadên azad de têbikoşiyama. Lê ger careke din ev derfet çêbibe û ji dayik bibim, ez ê dîsa jiyana azad a bi ramanên Rêber Apo ve dagirtî hilbijêrim. Ez ê dîsa ji bo jiyana herî bi rûmet têbikoşim. Ez ê dîsa di ber azadiyê de hemû berdêlan bidim ber çavên xwe.’’

DIBE JINEKE TÊKOŞER

Ji lêhûrbûna li ser xwe ya Sarya diyar dibe ku Sarîna li rastiya Rêber Apo û azadiya jinan hûr dibe û van rastiyan dipejirîne.

Lewma tawîzê nade paşverûtiyên heyî û bi xurtî têdikoşe. Li ber dijwariyan vîna xwe xurt dike û bi felsefeya ”pariyek nan û xirqeyek” ê xwe amadeyî hemû qadên têkoşînê dike. Pêşniyazên xwe ji bo çûyîna qadên herî dijwar dike.

Sarîna li ser esasê gihiştina armanca xwe, sala 2017’an berê xwe dide qadên perwerdeyê da ku pratîka wê rast be. Pêşî xwe di warê bîrdozî de digihîne. Di akademiya jinên azad a Şehîd Bêrîtan de xwe bi pêş ve dibe û digihîje wê astê ku di hemû warên jiyanê de têbikoşe. Bi taybetî di rastiya jinên azad de, dibe xwedî zanist. Dibe xwedî gelek taybetmendiyên jineke azad. Ango dibe jineke têkoşer, xwedî vîn û sekneke xurt.

EW ALA SERFIRAZIYÊ GAVEKÊ DIN BER BI PÊŞ VE DIBE

Jina têkoşer Sarîna di warê leşkerî de jî dipije û digihîje asta ku di artêşbûna jinan de pêşengtiyê bike. Li ser vî esasî pêşniyazên Sarînayê yên ji bo qadên Bakur, ango Serhedê tên pejirandin û piştî akademiyê dest bi rêwîtiya xwe ya Bakur dike.

Sarîna di her gavên xwe yên Bakur de dijmin dişopîne û dijmin ji nêz ve nas dike. Tolhildan ji bo wê rêgeza sereke ye. Bi taybet jî dema ku şehadet çêdibin zêdetir bi hêrs dibe û bi hestên tolhildanê bi ser dijmin de diçe. Tevî hemû zehmetiyan ew ala serfiraziyê gavekê din ber bi pêş ve dibe û di şerê gel ê şoreşgerî de, bi erka xwe radibe.

Sarîna 8’ê Hezîrana 2020’an dikeve kemîna dijmin. Di vir de ew û 3 hevalên xwe li ber artêşa xwînxwar bi awayekê bêhempa li ber xwe didin û xwe ji kemînê xilas dikin. Dijmin bi hejmareke zêde li qadê operasyon dike lê dîsa nahêlin ku dijmin bi hêsanî bikeve qadê. Di pevçûneke dijwar de Sarîna heta guleya xwe ya dawiyê şer dike û li gel her sê hevalên gel xwe, tev li karwanê nemiran dibe.