‘Xweseriya pêkhateyên Iraqê çareseriya ji bo destxistina mafên wan e’

Endamê Meclîsa Giştî ya Şengalê Qasim bal kişande ser xweseriya pêkhateyan û got, “Ji bo ku pêkhateyên Iraqê bikaribin mafên xwe yên rewa bi dest bînin, pêwîste bi rêya xweseriyê xwe rêvebibin ji bo bigihîjin mafên xwe.”

Roja 5’ê vê mehê li bajarê Bexdayê konferansek bi dirûşmeya “Ber bi pêkanîna bingeha edalet û wekheviyê” hat lidarxistin ku armanca wê nêzîkkirina civakên Êzidî û Feylî li hevdu bû. Ev gave li Iraqê yekemîn gave ji bo nêzîkkirina pêkhateyên welat tê pêkanîn. Di konfreansa bajarê Bexdayê de hejmareke ber bi çav ji kesayetî, rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û nûnerên pêkhate û aliyan amade bûn.

Rojnamevan û endamê Meclisa Giştî ya Şengalê Xelef Qasim yek ji nûnerên civaka Êzidî yê tevlê konferasnê bibû ye. Qasim têkildarê çend pirsgirêkên wek mafê Êzidiyan û pêkhateyên kêmhejmar ên Iraqê, xweseriya Şengalê û bêdengiya dewleta Iraqê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser civaka Êzidî li Şengalê ji ANF’ê re axivî.

‘LIDARXISTINA KONFERANSÊ JI BO NÊZÎKKIRINA PÊKHATEYÊN WELAT GIRÎNG E’

Xelef Qasim di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser girîngiya lidarxistina konferans ji bo komkirina pêkhateyên di nav civaka Iraqê de û got, “Bi rastî konferansên bi vî rengî ji bo nêzîkkirina pêkhateyên welat pîroz dinirxînin. Em wek pêkhateya Êzidî heta niha 75 car bi jenosîdê re rû bi rû hatine. Heta roja îro pêkhateya Êzidî di destûra Iraqê de mafek jê re nehatiye dayîn û di çarçoveya dewleta Iraqê de bi rengekî cidî rêz lê nehatiye girtin. Bi rêya konferansên bi vî rengî em dixwazin mafên Êzidiyan bi partî û aliyên pêywendîdar bidin nasîn da ku hewl bidîn bi vî rêyî re mafên Êzidiyan bi dest bînin.”

‘JI BO HEMÛ PÊKHATEYÊN LI IRAQÊ BIGIHÎJIN MAFÊN XWE XWESERÎ ŞERT E’

Qasim di dewama axaftina xwe de îşaret bi nêzîkatiya hikumeta navendî ya Iraqê ya li hemberî xweseriya Şengalê kir û wiha pêde çû; “Ne tenê ji bo Êzidiyan belku ji bo hemû pêkhateyên li Iraqê bigihîjin mafên xwe xweserî şert e û em Êzidî dixwazin bixwe xwe di aliyê asayîş, leşkerî, aborî û siyasî de rêvebibin. Ti daxwazeke me ji bo dabeşkirina Iraqê nîne û em dijî wan hemû siyasetan in ku hewl didin Iraqê perçe bikin.”

‘LI DIJÎ CIVAKA ÊZIDÎ KOMPLOYEKE HEVBEŞ DI NAVBERA TIRKIYE Û IRAQÊ DE HEYE’

Endamê Meclîsa Giştî ya Şengalê Xelef Qasim di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û sedemên bêdengiya hikumeta Iraqê li hemberî wê û got, “Mixabin ku em hezar û pêncsed salin di oxira Iraqê de li ser vê xakê şehîd û berdêlan didin. Lê hikumeta Iraqê di navbera pêkhateyan de cihêkariyê dike. Timî keç û xortên Êzidî li hemberî hemû êrişên dijminane li ser xaka Iraqê parastina Iraqê kirine, lê mixabin niha ku êriş li ser Şengalê tên kirin Iraqê bêdengî hildibijêre. Ew yek vê gumanê çêdike ku li dijî civaka Êzidî komployeke hevbeş di navbera Tirkiyê û Iraqê de heye ku eve jî şermeke mezin e ji bo dewleta Iraqê.”