Xwepêşandanên protestoyî yên li Wanê 11 roj li pey xwe hişt

Xwepêşandanên protestoyî yên li Wanê li dijî qeyûman 11 roj in didome. Eksîk ê HDP’î di protestoya Wanê de axivî got: “HDP gel e bi ti awayî serî natewîne, wê heta dawî li ber xwe bide, xwedî li vîna xwe derbikeve û vê zilmê qebûl nake.”

Li Wanê çalakiya HDP’ê ya li dijî qeyûman di roja 11’emîn de li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îpekyolû dewam kir. Parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê û welatî beşdar bûn.

Polîsan beşdariya welatiyan a çalakiyê asteng kir. Lê tevî astengiyê jî welatî beşdar bûn. Li ser navê Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk axivî.

Eksîk bibîr xist ku li dijî danîna qeyûman li her sê bajarên mezin çalakiyên wan bênavber didomin. Eksîk got li her sê bajaran jî berxwedanek li dijî qeyûman heye û li kolanan bi gelê xwe re li dijî neheqiyê li ber xwe didin. Eksîk got heta ew bi ser bikevin wê têkoşîna xwe dewam bikin. Eksîk anî ziman ku foya (şewqa zêde) ya qeyûman derketiye holê û ew ê li dijî vê zordestiyê derkevin. Eksîk diyar kir ku îro nebe jî wê sibê yên zilmê li wan dikin hesabê zilmê bidin. Eksîk da zanîn ku ew ê li dijî hemû astengî, zilm, neheqî û qedexeyan heta dawiyê li ber xwe bidin û îro dora wan be sibê dora bajarên din ên Tirkiyeyê ye. Eksîk diyar kir ku êdî gel vê zilmê qebûl nake û divê her kes vê baş dizanibe û pêwîste êdî aştî pêk were.

Di dema çalakiya rûniştinê de li ser navê Dayikên Aştiyê Munîfe Kaçak axivî û got: "Em vê bêhiqûqî û bêedaletiyê napejirînin. Ev bu du car ev heqaret li me tê kirin. Divê dawî li vê zilmê bê. Ev zilm ne tenê ji bo me li polîsan jî tê kirin. Wezareta Edaletê û hemû welat dizanin ku ya tê kirin bê hiqûqî ye. Dewletên biyanî jî vê dizanin. Em dayikên aştiyê me li vî welatî aştî nedît. Ji mirinê re bes e. Ev dengê gele  û vîna gel e.

Xwepêşandan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.