Xizmên windayan li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn

Di hefteya 453’emîn a çalakiya bi navê “Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin” de, li aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr hate pirsîn

Çalakiya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" a Xizmên Windayan ku her hefte bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re tê lidarxistin,  di hefteya 453'yan de li avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên windakirî hatin hildan û aqûbeta wan hat pirsîn. Di çalakiyê de Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî û ev tişt got: "Ev kesên ku ji heqîqetê direvin, wê hevrûbûna ji heqîqetê rizgar nebin. Her roja ku windahiyên me nayên dîtin êşên me mezin dibin.Wê tu dewlet ji bo heqîqet derkeve holê nikaribe bibe asteng."

Di çalakiya vê heftê de Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosun ên di 19'ê Cotmeha 1995'an de hatin windakirin hat pirsîn. Di çalakiyê de kurê Aydemîr Şehmus Aydemîr axivî û ev tişt anî ziman: "Bavê min bi Fehmî Tosun re di 19'ê Cotmeha 95'an de hat windakirin. Me tu agahî jê negirt. Ji ber ku em difikirin ku hatine kuştin, em dixwazin bila goreke wan hebe. Kesê ji vê re dibe asteng ew zalim e. Em 25 sal e têkoşîna windahiyan didin. Lê me tiştek bi dest nexist."

Xwûşka Fehmî Tosun Kiymet Zengîn jî ev tişt got: "Em ji dewletê vê dixwazin, sûcê van mirovan çi bû? Bila vê ji me re bêjin. Ev mirov li welatê xwe, li mala xwe û li gundê xwe dijîn. Heta ku em sax bin em ê li pey şopa wan bin."