Xizmên Windayan ji bo Taştekîn û gundiyên 'hatine windakirin' kom bûn

ÎHD û Xizmên Windayan ji bo Muhyettîn Taştekîn ê hat qetilkirin û 5 gundiyên ku 27 sal berê li Colemêrgê hatin windakirin kom bûn.

Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 759’an de li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezana Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin li ser bû, hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Malbatên kesên hatine qetilkirin û windakirin, rêveberên ÎHD’ê, nûnerên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Vê hefteyê li faîlên Muhyettîn Taştekîn ê di sala 1993'yan de li Mûşê hatibû qetilkirin, hat pirsîn.

Ewilî Serokê ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz axivî û destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an ve li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam dikin. Yilmaz anî ziman ku di vê pêvajoya nêzî 30 salan de xizmên windayan, parêzvanên mafan, rêxistinên cavaka sivîl, hiqûqnas, hekîm hwd. gelek beşên civakê bênavber alîkariya çalakiya Dayikên Şemiyê kirine. Yilmaz da zanîn ku ev demeke çalakiya Dayikên Şemiyê ya edaletê tê astengkirin û got: "Em axaftinên desthilatê yên berê ku ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê gotine dîsa tînin bîra wan û em ji wan re dibêjin ku demildest dest ji vê kiryarê berdin. Tirkiye ji sala 2015’an ve bûye cihekî ne ewle û her roj jî ber bi cihekî nebawer ve diçe. Welatiyên niha li Tirkiyeyê dijîn xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Tiştê ku bê kirin, zêdetir demokrasî, zêdetir mafên mirovan."

Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’ê ya Şaxa Amedê Berfîn Elçî got ku 5’ê Tebaxa 1993’yan komeke mirovên biçek ketine mala Mûhyettîn Taştekîn ya li Mûşê û ew derxistine ber derî. Elçî anî ziman ku koma biçek nehiştine malbat derbikeve ber derî û Taştekîn tenê li ber derî dane sekinandin. Elçî da zanîn ku piştî dengê çekan malbat derketiye derve û dîtine ku Taştekîn di nava xwînê de li erdê ye û koma biçek jî ber bi Fermandariya Alaya Cendirmeyan ve dibezin, di navbera mala Taştekîn û Fermandariya Cendirmeyan de 800 metre heye.

Elçî beyanên kurê Mûhyettîn Taştekîn, Nîhat Taştekîn ê ku bûyer ji bo ÎHD’ê vegotiye wiha bi lêv kir: “Nîhat Taştekîn dibêje ku beriya vê bûyerê jî çend caran bavê wî ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye şopandin û ew bi xwe jî carekê bûye şahidê vê yekê. Taştekîn, dibêje ku bavê wî di nava kurdan de mirovekî qedirbilind bû û di nava siyaseta kurdan de roleke wî ya aktîf hebû. Taştekîn, anîye ziman ku bavê wî beriya bê qetilkirin çûye Elmanya û Fransa û mehekê piştî vegera wî hatiye înfaz kirin. Taştekîn, da zanîn ku piştî înfaza bavê wî 2 roj şûnde TRT nûçeyekê çêdike û dibêje ku ‘Mûhyettîn Taştekîn PKK’ê înfaz kiriye.’ Taştekîn, destnîşan kir ku piştî vê nûçeyê PKK’ê bi xwe daxuyandiye ku tu têkiliya PKK’ê bi kuştina Taştekîn tune ye. Taştekîn, di dawiyê de dibêje ku piştî mirina bavê wî darizandineke bibandor nehatiye kirin.”

Piştre ji bo Taştekîn û kesên hatine qetilkirin û windakirin deqeyekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û çalakî bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD û Xizmên windayan, di hefteya 595'an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila kiryar bên dîtin û darizandin" hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Êlihê, MEBYA-DER jî tevlî çalakiyê bûn. Serokê ÎHD’ê ya Şaxa Êlihê Ahmet Şîray ku di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku heya aqûbeta windayan eşkere nebe dê têkoşîna wan bidome.

Şîray xwest kiryarên Ahmet Bozkir, Suleyman Tekîn, Selahattîn Aşkan, Lokman Kaya û Halît Ertûşê 27 sal berê di 26'ê Tebaxê de li gundê Otlûca yê Colemêrgê di dema operasyona leşkerî de hatin destgîrkirin û paşê hatin windakirin, hemû bên darizandin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.