Xizmên girtiyan wê li her derê li hemberî zilmê li ber xwe bidin!

Xizmên girtiyan ên ku li Amed û Wanê di Nobeta Edaletê de ne, diyar kirin wê zilmê qebûl nekin û li her derê li ber xwe bidin.

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 60’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan, serê salê pîroz kirin û hêvî kirin ku sala nû bibe sala ku girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, bên berdan. 

Xizma girtiyan Încî Guler, hevdîtina li Enqereyê bi sazî û dezgehên cuda re kirin bi bîr xist û wiha got: “Hin soz hatin dayîn lê em hêj li bendê ne. Em li bendê bimînin jî. Ji ber ku xizmên me bêsûc in. Tevî ku cezayên wan xelasbûne jî înfazên wan tên şewitandin. Ne pêkan e ku em vê qebûl bikin. Ligel xizmên me zilm li me jî tê kirin. Hevdîtina vekirî ya derbasbûyî de lêgerîna nava dev ferzkirin. Tundî û îşkenceya li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Em bibin dengê girtiyan.”

Xizma girtiyan Reşahat Ada jî xwest ku zarokên wan bên dermankirin û wiha got: “Em li her derê li pêş edliyeyê, li kolanan berxwedana xwe bidomînin. Em dev ji nobeta xwe bernedin.”

Fevziye Kolkan jî bi lêv kir ku rewşa girtiyên nexweş giran e û xwest ku bêrî darbest ji girtîgehê derkevin pirsgirêk bên çareserkirin. Kolakan, xwest ku zarokên wan bên berdan û wiha axivî: “Bila zarokên me li wan odeyên karantînayan jiyana xwe ji dest nedin. Ez bi xwe nexweş im heta ku zarokên xwe nebînim naxwazim bimirim. Ez dixwazim zarokên min bînin Amedê.”

Xizma girtî Nûray Abay jî daxwaza xwe ya berdana girtiyên nexweş dubare kir û wiha axivîn: “Em naxwazin cenaze derkevin. Girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin berdin. Ev ne edalet e. Em vê edaletê qebûl nakin. Em dixwazin bigihin xizmên xwe, dixwazin werin dermankirin. Em vê heqaretê qebûl nakin. Tevî van hemû zilman em dest ji Kurdbûyîna xwe bernadin. Xizmekî min jî li Trabzonê girtiye, ez dixwazim wî bînin Amedê.”

WAN

Li Baroya Amedê jî Nobeta Edaletê didome. Zubeyde Abî ya ku hevjîna Ebedîn Abî ye jî tevlî nobetê bû. Ebedîn Abî 25 sal in girtî ye û nexweş e.

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Wanê jî çûn serdana nobetê. Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Wanê Arjîn Tûncer diyar kir ku nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, ya li Baroya Amedê û ya ji bo Gulistan Dokû hêviyê dide wan.

Tûncer nerazîbûn nîşanî êrişên li ser girtîgehan da û got “Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê wekî ku tolê bistîne êrişî girtiyên nexweş dike.”

Meryem Abî ya ku xizmên wê jî girtîne diyar kir ew ne bi tenê ji bo zarok û xizmên xwe, ji bo hemû girtiyan edaletê dixwazin û heta ku edalet pêk were, wê çalakiya xwe bidomînin.