Xizmên girtiyan li pêşiya girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan temam bûne jî nayên berdan, di roja 120'emîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, domandin. 

Malbatan îro nobeta xwe ya edaletê de li ber Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê kirin. Rêveberên MED TUHAD-FED'ê, TUAY-DER'ê, DBPê, OHD'ê, MEBYA-DER'ê û MED-DER'ê beşdarî çalakiyê bûn û piştevaniya malbatan kirin. Malbatan xwest daxuyaniyê bidin, polîsan malbat dorpêç kirin û daxuyaniyê asteng kirin. Polîsan destûr neda ku rojnamevan dîmenên malbatan jî bigirin. Malbatan bertek nîşanî astengkirina polîsan da û çalakiya rûniştinê li dar xistin. 

Malbatan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" berz kirin. Piştre çalakiya xwe ya îro bi dawî kirin.