Xizmên girtiyan li Amedê Nobeta Edaletê dewam kirin

Xizmên girtiyan li Amedê 322 roj in ji bo edaletê nobedê digirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan ve hatibû destpêkirin, li Amedê di roja 322’an de berdewam kir.

Xizmên girtiyan ên ku li ber Girtîgeha Tîpa D hatin ba hev, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) jî piştgirî dan.

Yek ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî jî got, "Em hê jî bi heman daxwazan li ber xwe didin û em li vir in. Daxwazên xwe dubare dikin; ev hefte ji bo me gelekî girîng e. Kî çi ji dest tê bila bike. Bi taybetî divê partiyên siyasî bersivek berbiçav bidin me. Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerabtir dibe."

Herdem Mervanî wiha berdewam kir: "Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xirabtir dibe û gotin êdî fêde nake. Berpirsiyarî li ser milê meclisê, aliyên siyasî û Wezareta Dadê ye. Ger partiya siyasî û meclis bixwaze dê di demek kûrt de çareser bibe. Ji bo çareseriyê çi pêwîst bike, em ligel wan in. "