Xizmên girtiyan: Em bang li hemû kesan dikin ku tevlî çalakiya me bibin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan dane destpêkirin sibê 200 rojan li pey xwe dihêle. Bi vê wesîleyê xizmên girtiyan bang li her kesî kir ku sibê tevlî çalakiya wan bibin. Li Wanê jî malbatan li dijî astengiyên polîsan nerazîbûn nîşan dan.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan li ber Edliyeya Amedê bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş dabûn destpêkirin di roja xwe ya 199’an de berdewam kir.  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Yekitiya Endezyarên Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan a Amedê, DÎSK û Egîtîm Senê jî piştgirî dan çalakiyê.

Xizma girtiyê Nazîme Boltan jî got, "Em tiştên pir mezin naxwazin. Tekane daxwaza me ev e girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye, werin berdan.”

Keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî diyar kir ku çalakiya wan sibê dikeve roja 200’emîn û got, “Em li vir jiyanê diparêzin. Ji bo înfazên girtiyan neyên şewitandin û girtiyên nexweş serbest bên berdan em têdikoşin. Di vê pêvajoyê de heta ji destê me hat me daxwazên xwe anîn ziman.”

Merwanî da zanîn ku ew ê sibe di 200 roja Nobeda Edaletê de li Parka Koşuyolu bên cem hev û wiha got: "Di vê çarçoveyê de em bang li hemû aliyên partiyên li Meclîsê, mirovên ku dibêjin em xwedî wijdan in û hemû kesên ku dibêjin 'edalet dikin ku tevlî çalakiya me bibin.”

WAN

Malbatên girtiyan ên li Wanê jî xwestin ku çalakiya xwe li pêşiya Edliyeya Wanê li dar bixin. Lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Beriya daxuyaniyê, pêşiya edliyeyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Rêveberên Rêxistina HDP’a Artemêtanê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û TUAY-DER a Wanê hatin cem dayikan û xwestin derbasî pêşiya edliyeyê bibin lê hatin astengkirin. 

Malbatan bi çepikan nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan dan.