Xizmên Şehîdan: Li ser cenazeyan polîtîkaya şerê qirêj dikin

Xwişka gerîlaya YJA Starê Ayşe Bayram a li Şirnexê şehîd bûbû, Miyaser Bayram nerazîbûn nîşan da ku cenazeyê xwişka wê li goristana bêkesan hatiye definkirin. Malbatan anî ziman ku dewlet dest bi polîtîakya şerê qirêj daye.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) têkildarî radestkirina cenazeyên kesên di dem û cihên cuda şehîd bûne bidin malbatan li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Çalakiya ku li pêşiya goristana bêkesan hate kirin, rêveberên MEBYA-DER û malbat amade bûn.

Hevseroka MEBYA-DER Yuksel Almas axivî û diyar kir ku cihê lê goristana bê kesan e, lê xwediyên cenazeyên li goristanê hene.

Almas destnîşan kir bê ku bimînin bendê testa DNA’yê ji malbatan bê girtin, cenazeyên gerîlayan definkirin, bal kişand ku li ser malbatan polîtîkayên şerê taybet tê kirin. Almas anî ziman ku yek ji van malbatan jî malbata Bayram a ku di şerê li navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd bûyî ye, nerazîbûn nîşan da ku çima cenaze nadin.

Miyaser Bayaram anî ziman ku xwişka wê 2014’an tevlî HPG’ê bûye û di sala 2019’an jî di şereke li navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bûye. Bayram ji bo girtina cenaze serî li dozgeriyê dane, anî ziman ku dozger diyar kir ku bê ku testa DNA ya dayik û bav neyê girtin wê cenaze radestî wan neke.

Bayram destnîşan kir ku bav 30 û dayik jî 19 sal berê rehmet kirin, diyar kir ku dema xwişka xwe bibîne wê nas bike lê dozger gotiye: ‘Tu bibîne jî nas nakî’, piştre heqaret li wan ki û ji odê derxist. Bayram diyar kir ku 7 xwişk û birane bila testa DNA ji wan bigire û got: “Bavê min 30 û dayika min jî 19 sal berê rehmet kirine. Çi ji me dixwazin? Çima hê jî testa DNA ya dayik û bavê min dixwazin?

Bayram ev yek weke polîtîkayên qirêj ên dewletê pênase kir, banga hestyariyê li hemû kesî kir.